Polîtîka

Serokê MÎTê Kalin: "Îsraîl ji bo ku mizakereyan vala derxîne di nav hewldaneke mezin da ye"

Gökçe Karaköse, Hamdi Dindirek  | 28.03.2026 - Rojanekırın : 28.03.2026
Serokê MÎTê Kalin: "Îsraîl ji bo ku mizakereyan vala derxîne di nav hewldaneke mezin da ye"

Istanbul

Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin got ku "Em dibînin ku Îsraîl wekî berî şer ji destpêka şer heta niha her carî şeht li teşebûseke mizakereyê, hewldana vekirina qenaleke diyalog û têkiliyê dixe dîsa lir vir jî bi êrîşên xwe yên du rojên dawîn va ji bo ku şeht li van teşebûsan bide, vala derxîne di nav hewldaneke mezin da ye. Wekî ku min berê jî got em ji bo dawîlêanîna vê şerê dê ji niha pê va jî bênavber hewldanên xwe bidomînin."

Kalin di Lûtkeya Ragihandina Stratejîk Ya Navneteweyî (STRATCOM) da ya ku bi mijara "Şikestinên Pergala Navneteweyî: Qeyran, Qise û Lêgerîna Pergalê" ku ji hêla Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê va li otêleke li Beşîktaşê hat lidarxistin da axivî.

Îbrahîm Kalin bal kişand ku armanca rasteqîn a êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê ew e ku li Rojhilata Navîn bêîstiqrariyê derxîne holê û ev nirxandin kirin.

"Dikarim bibêjim ku bi vê şerê mezin va li herêma me di heman demê da agirê fitneyeke mezin jî hat pêxistin. Yek ji encamên hesabkirî yên vê şerê jî ji holê rakirina kapasîteya nukleerê ya Îranê nîne lêbelê rewşekî wek gelekî ji vê xeternaktir avêtina wan pêngavan e ku dê ji bo doza xwînê, şerekî birayan a ku di navbera Tirk, Kurd, Ereb û Farsên ku hêmanên eslî yên damezrîner ên herêmê ne da bi dehan salan dewam bike, bingehê amade bike. Dixwazim bibêjim ku em dijî van wek Tirkiye heta dawiyê di teyaquzê da têkoşînê bidin."

Kalin destnîşan kir hewce nabîne bibêje ku tu bingeha şerê dijî Îranê ji hêla hiqûqa navneteweyî va tune û wiha axivî:

"Lêbelê em gelekî baş dizanin ku yên ev şer dan destpêkirin dê ne bi Îranê ra sînordar bimînin û li herêmê bi hin min çêkir û çêbûyan va, li Libnanê, li Sûriyeyê, li Filistînê û li cihên din rewşên fiîlî derxîne holê û li pey polîtîkayên nû yên îmhe, îlhaq û dagiriyê ne. Em dibînin ku bi taybetî geşedanên ku van rojên dawîn li Libnanê diqewimin teşebûsa wê yekê ye ku wekî di 74an da li Girên Golanê qewimî rewşeke fiîlî derxînin holê û vê biguherînin polîtîkayeke îmhe,îlhaq û dagiriyê. Em ji bo pêşîlêgirtina vê jî hewldanên xwe zêde dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.