Polîtîka

Serokê MÎTê Kalin li Hewlêrê peywendî danîn

Muhammed Nuri Erdoğan  | 01.07.2025 - Rojanekırın : 02.07.2025
Serokê MÎTê Kalin li Hewlêrê peywendî danîn

Ankara

Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin li Hewlêrê peywendî danîn.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin Serokê MÎTê Kalin îro Hewlêrê ziyaret kir.

Kalin di çarçoveya ziyaretê da bi Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Qubad Talabanî, Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Rêber Ehmed, rayedarên Konseya Ewlehiyê ya Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê ra hevdîtin kir.

Di hevdîtinên dualî da rewşa dawîn a li herêmê ya piştî şerê Îran û Îsraîlê, pêngavên ku dê ji bo pêkanîna aştî û îstiqrara herêmî bên avêtin hatin guftûgokirin.

Di hevdîtinan da yek ji mijarên herî girîng pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" bû. Di vê çarçoveyê da ji terorê xalîkirina hemû herêmê û pêngavên ku dê di heyama pêş me da ji bo ku teror ji rojeva herêmê derkeve bên avêtin hatin guftûgokirin.

Digel vê di hevdîtinên hatin kirin da ewlehiya Tirkmenan û rola wan a di pêvajoyên siyasî da jî bi berfirehî hat guftûgokirin. Hat ragihandin ku Tirkiye li ba Tirkmenên Iraqê ye.

Her wiha hat destnîşankirin ku di heyama pêş me da peywendiyên bi hikûmeta navendî ya Iraqê û meqamên Herêma Kurdistana Iraqê ra dê bên zêdekirin û berdewam bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.