Serokê MÎTê Kalin ji bo mizakereyên agirbesta li Xezeyê dê sibê biçe Misirê

Ankara
Serokû Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin dê sibê li Şarm El Şêxa bajarê Misirê beşdarî mizakereyên ji bo agibresta li Xezeyê bibe.
Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê Serokê MÎTê Kalind ê sibê li Şarm El Şêxa bajarê Misirê beşdarî mizakereyên ji bo agibresta li Xezeyê bibe.
Di hevdîtinên ku dê Kalin beşdar bibe da madeyên rojeyê yên sereke dê pêkanîna agirbesta li Xezeyê, pevguherîna êsîran û gihandina alîkariyên însanî be.
Serokê MÎTê Kalin berî mizakereya ku dê sibê beşdar bibe bi rayedarên Amerîka, Misir, Qeter û Hemasê ra peywendiyên dualî danî.
Piştî hevdîtinên ku hefteya borî li Dohayê hatin kirin pêvajoua mizakereyên nerasterast li Misirê dest pê kiribû û Tirkiyeyê jî di mizakereyan da cî girtibû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.