Polîtîka

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş: Tirkiyeya Bêteror projeyeke dewletê ye

Aykut Yılmaz  | 08.12.2025 - Rojanekırın : 09.12.2025
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş: Tirkiyeya Bêteror projeyeke dewletê ye

TBMM

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş got, "'Tirkiyeya Bêteror' tenê di qada wezîfeyê ya Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya me li Meclisê ava kir da nîne, ev projeyeke dewletê ye. Hemû saziyên têkildar ên dewletê, saziyên me yên ewlehiyê di serî da, ji bo ku ev pêvajo bê qeza û bê bela were meşandin û kutakirin, bi kordînasyoneke payebilind va wezîfeyên xwe bi cih tînin."

Li Lijneya Giştî ya Meclisê li ser Teklîfa Qanûna Budçeyê ya Rêvebiriya Navendî ya Sala 2026an û Teklîfa Qanûna Hesabê Teqez ê Rêvebiriya Navendî ya Sala 2024an hevdîtinan dest pê kir.

Lijneya Giştî bi serokatiya Serokê Meclisê Kurtulmuş civiya.

Numan Kurtulmuş qala pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" kir û wiha got:

"'Tirkiyeya Bêteror' tenê di qada wezîfeyê ya Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya me li Meclisê ava kir da nîne, ev projeyeke dewletê ye. Hemû saziyên têkildar ên dewletê, saziyên me yên ewlehiyê di serî da, ji bo ku ev pêvajo bê qeza û bê bela were meşandin û kutakirin, bi kordînasyoneke payebilind va wezîfeyên xwe bi cih tînin. Bi heman awayî komîsyona me ya li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê jî di vê pêvajoyê da li gorî lêferzkirina fonksiyona kontrolê ya demokratîk, pêvajoyê bi awayê serkeftineke newaze heta vê qonaxê aniye. Hêvî dikim ku em ê encamê bi dest bixin da ku ji vê firsenda girîng a ku di dîroka Tirkiyeyê da hatiye qezenckirin ra bibe wesîleya encama serkeftinê."

Serokê Meclisê Kurtulmuş li ser çêkirina Qanûneke Bingehîn jî sekinî û wiha got, "Yek ji berpirsiyariyên Meclisa Heyama 28emîn e ku di Meclisê da li gorî şana sedsala 2yem a Tirkiyeyê qanûneke bingehîn a sivîl a beşdarvan, demokratîk û hemûgir çêke."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın