Polîtîka

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, Serokê Giştî yê MHPyê ziyaret kir

Kemal Karadağ  | 24.02.2026 - Rojanekırın : 24.02.2026
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, Serokê Giştî yê MHPyê ziyaret kir

TBMM

 Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ra hevdîtin kir.

Hevdîtin li meqamê Meclisê yê Bahçelî bêyî çapemeniyê pêk hat û nêzî 30 deqîqeyî dewam kir.

Serokê Meclisê Kurtulmuş piştî hevdîtinê daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û diyar kir, ji bo ku pêşengiya "Tirkiyeya Bêteror" û pêşengiya pêvajoyên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê kir û piştgirî da, wî seba spaskirinê Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî ziyaret kir.

Kurtulmuş bi bîr xist ku ew ê bi serokên giştî yên partiyên siyasî ra jî hevdîtinê bike û wiha dewam kir, "Ji bo Tirkiyeyê destpêkeke dîrokî bû. Hê kar bi temamî kuta nebûye, lê Meclisê berpirsiyariya xwe bi cih anî."

Kurtulmuş destnîşan kir, piştî xebatên komîsyonê partiyan li ser raporekê li hev kir û metna raporê derket holê û wiha dewam kir:

"Piştî weşandina metnê tişta ku me dît ev e: Girseyên mezin ên civakê ji vê metnê gelekî razî ne. Di binê banê Meclisê da helwesteke pir aqlê selîm, demokratîk çêbû, divê em piştî vî qasî jî vê helwestê bidomînin û divê Tirkiye vê mijarê wisa çareser bike ku heta hetayê qala wê neyê kirin. Seba vê yekê jî divê em hemû bi hev ra dîsa bi heman zelaltî û semîmîbûnê va xebatên xwe bidomînin. Tişta ku dikeve ser milê Meclisê, qanûnên ku dikeve ser milê Lijneya Giştî, em hêvî dikin wê di demeke kin da van qanûnan amade bike û tekûz bike."

Serokê Meclisê Kurtulmuş spasiya Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî kir û got ku Bahçelî ji bo partiyên siyasî yên din jî piştgir û mînak e.

Dema ku Kurtulmuş daxuyanî da, Bahçelî jî li cem sekinî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.