Polîtîka

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş: Hêvî dikim ku teklîfên komîsyonê demildest bibin qanûn

Ali Kemal Akan  | 10.03.2026 - Rojanekırın : 10.03.2026
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş: Hêvî dikim ku teklîfên komîsyonê demildest bibin qanûn

TBMM

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş li Salona Merasimê ya Meclisê bi nûçegihanên parlamentoyê ra fitara xwe vekir.

Kurtulmuş li vê derê axivî û qala pêvajoya Tirkiyeya Bêteror kir û destnîşan kir ku komîsyonê xebatên xwe di 21 civînan da pêk anî, 137 kes û sazî hatin guhdarîkirin, di encama mizakereya dijwar da rapora komîsyonê ji 50 parlamenteran bi dengê 47an hat qebûlkirin, ev ji aliyê dîroka siyasî ya Tirkiyeyê va qonaxeke girîng e.

Kurtulmuş bal kişand ser girîngiya rapora komîsyonê û wiha got:

"Ev rapor her tişt nîne, ez her wextê dibêjim, lê ev rapor nexşerêyek e, destpêkek e. Li Tirkiyeyê hem ji bo çareserkirina terorê hem jî seba zêdekirina standardên demokratîk metneke hevpar e, helwesteke hevpar e. Hêvî dikim ku di demeke pir kin da li Tirkiyeyê ev rapor, bi taybetî teklîfên wê yên beşa 6 û 7emîn, li Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê, hêvî dikim bi beşdariya hemû partiyên me yên siyasî wekî teklîfên hevpar were Lijneya Giştî ya Meclisê û demildest bibe qanûn da ku qonaxeke girîng a vê pêvajoyê çareser bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.