Polîtîka

Serokê Meclisê Kurtulmuş: "Me ji bo Tirkiyeyê pêngaveke giring derbas kir"

Oğuzhan Sarı  | 21.02.2026 - Rojanekırın : 21.02.2026
Serokê Meclisê Kurtulmuş: "Me ji bo Tirkiyeyê pêngaveke giring derbas kir"

TBMM

 Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş der barê rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê da got, "Me ji bo Tirkiyeyê pêngaveke giring derbas kir, lê hê her tişt neqediyaye, hewcedarî bi xebatê heye."

Kurtulmuş duh li Qesra Filîzê ya li Stenbolê di bernameya fitarê da bi rêvebirên giştî yên saziyên medyayê ra hat bal hev û piştî fitarê der barê rojevê da axivî.

Serokê Meclisê Kurtulmuş bal kişand ser rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê û got, "Gorî baweriya min, giring e ku rêziknameyên qanûnî piştî Remezanê werin rojevê."

Kurtulmuş der barê rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê da got, "Me ji bo Tirkiyeyê pêngaveke giring derbas kir, lê hê her tişt neqediyaye, hewcedarî bi xebatê heye."

Serokê Meclisê Kurtulmuş bal kişand ser çêkirina destûreke nû û wiha axivî, "Yek ji xalên ku siyaset li serê li hev dike ew e ku destûra derbeya 12ê Îlonê êdî têrê nake. Ez hêvî dikim ku di vê mijarê da jî em bi hev ra bixebitin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın