Polîtîka

Serokê Meclisê Kurtulmuş: "Li ser navê Meclisê em êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî şermezar dikin"

Ali Kemal Akan  | 02.10.2025 - Rojanekırın : 02.10.2025
Serokê Meclisê Kurtulmuş: "Li ser navê Meclisê em êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî şermezar dikin"

TBMM

 Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş der barê êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî da wiha got, "Li ser navê Meclisê em van êrîşên hovane yên dijî hiqûqa navneteweyî û hiqûqa mirovahiyê şermezar dikin."

Li Meclisê di çaçroveya armanca "Tirkiyeya Bêteror" da Komîsyona Hevkarî, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî di serokatiya Serokê Meclisê Kurtulmuş da civiya.

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş diyar kir ku civîna 13an ya Komîsyona Hevkarî, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî li dar xistin û got ku hêvî dikim ku encamên baş derkevin.

Kurtulmuş di axaftina xwe da bal kişand ser Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî da wiha got, "Li ser navê Meclisê em van êrîşên hovane yên dijî hiqûqa navneteweyî û hiqûqa mirovahiyê şermezar dikin."

Serokê Meclisê Kurtulmuş di berdewaiyê da got, "Netanyahu û çeteya wî wê tenê bimînin. Roj were wê hemû mirovahî ji bo bi wan ra di heman dîmen û heman avahiyê da cî negirin dê bikevin pêşbaziyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.