Polîtîka

Serokê Meclisê Kurtulmuş heyeta DEM Partiyê qebûl kir

Ahmet Buğra Olaç, İsa Toprak  | 23.12.2025 - Rojanekırın : 23.12.2025
Serokê Meclisê Kurtulmuş heyeta DEM Partiyê qebûl kir

TBMM

 Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş bi heyeta DEM Partiyê ra civiya.

Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî yê fermî yê Serokatiya Meclisê hat dayîn, Kurtulmuş Cîgirseroka Meclisê û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Parlamenterê Şanliurfayê yê DEM Partiyê Mîthat Sancar qebûl kirin.

Hevdîtin li miqamê Serokê Meclisê Kurtulmuş bêyî çapemeniyê pêk hat û 40 deqîqeyan dewam kir.

Piştî civînê Sancar daxuyanî da û diyar kir ku wan bi Kurtulmuş ra civîneke semîmî û berhemdar kir.

Sancar li ser girîngiya dîrokî ya li Meclisê avakirina komîsyonekê sekinî û wiha got, "tesîr û encamên wê yên pir girîng wê çêbibin ku pêvajoya aştiyê li Meclisê dimeşe".

Sancar got, "Di mijarên meşrûiyeta demokratîk, beşdarî, zelalbûn û pêbaweriyê da roleke girîng a Meclisê wê çêbibe" û ew li bendê ne ku rapora hevpar serê meha rêbendanê da derkeve.

Sancar bibîr xist ku ew beriya Serokê Meclisê Kurtulmuş bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ra rûniştin û wiha dewam kir, "Pêvajoyek dimeşe û pêdiviya vê pêvajoyê bi temînkirinên hiqûqî hene. Pêdivî bi piştgiriya civakî heye, lê temînkirinên hiqîqû tenê bi vê pêvajoyê va sînordarkirî nîne, ji bo hemû civakî hewce dike. Pergaleke hiqûqê ya adil û wekheviyê û sepandina hiqûqê ji bo ku aştiya civakî li hemû welêt pêk were, girîng e."

Endama DEM Partiyê Buldanê jî diyar kir, ji bo pêvajoyê girîng e ku îradeya siyasî li ser mitabaqateke hevpar li hev kiriye.

Buldanê destnîşan kir, ji bo wan girîng e ku parlamento "xwedî li pêvajoyê dertê" û ji bo ku wekî Serokê Komîsyonê xwedî li vê îradeyê dertê û ji bo rola wî ya çêker, spasiya Serokê Meclisê Kurtulmuş kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.