Polîtîka

Serokê Meclisê Kurtulmuş: Bila tu kes bi rêya rêxistinên terorê Sûriyeyê jehrî neke

Oğuzhan Sarı  | 26.01.2026 - Rojanekırın : 27.01.2026
Serokê Meclisê Kurtulmuş: Bila tu kes bi rêya rêxistinên terorê Sûriyeyê jehrî neke

TBMM

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş wiha got: "Bila tu kes bi rêya rêxistinên terorê hewl nede ku Sûriyeyê jehrî bike. Sûriye ya Sûriyeyîyan e û Sûriye bi biryar e ku bi hev ra dahatûyeke hevpar ava bike."

Serokê Meclisê Kurtulmuş li Meclisê bi Seroka Meclisa Nûneran a Îspanyayê Francîna Armengol Socîasa ku ji bo serdanên fermî li Enqereyê ye, hevdîtinek pêk anî.

Kurtulmuş û Armengol piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Kurtulmuş behsa rojeva erênî ya di navbera herdu welatan da kir û got têkiliyên dualî yên bi aheng ên di navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez da dewam dikin.

Kurtulmuş anî ziman ku helwesta hikûmeta Îspanyayê û gelê Îspanyayê ya li hemberî komkujiya li Xezeyê ya tevî agirbesta ku hatiye ragihandin dewam dike, hêjayî pesindayînê ye.

Kurtulmuş der barê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror û xebatên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê da jî wiha got: "Em di xebatên komîsyonê da gihîştin qonaxa dawî. Hevalên me ji bo ku di demeke zûtir da biqedînin bi dil û can hewl didin. Di rojên pêş da rapor wê bê amadekirin û li endamên komîsyonê bê belavkirin."

Kurtulmuş ji bo hewldanên rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê jî wiha axivî: "Divê hemû pêkhateyên cuda yên li Sûriyeyê, bi cudahîyên xwe yên etnîkî, mezhebî û olî va bibin beşek ji rêveberiya nû ya Sûriyeyê û divê pêşiya pêvajoyeke demokratîk were vekirin ku her kes bikaribe beşdarî rêvebiriya Sûriyeyê bibe. Niha dem hatiye ku hemû pêkhateyên çekdar û rêxistinên çekdar ji qada Sûriyeyê vekişin. Navê wê çi dibe bila bibe, PYD/YPG rêxistineke terorê ye. DEAŞ rêxistineke din a terorê ye. Her kî hebe ku bi awayekî nemeşrû divê ji qada Sûriyeyê vekişe. Divê Ereb, Kurd, Tirkmen, Sunî, Êzidî, Nuseyrî û nemisilman ên Sûriyeyê hemû di bin yek alayê da dest bi jiyana bi hev ra ya di aştiyê da bikin. Bes e, piştî 60 sal dîktatorî û 13 sal jî şerê navxweyî divê tu kes bi rêya rêxistinên terorê hewl nede ku Sûriyeyê jehrî bike. Sûriye ya Sûriyeyîyan e û Sûriye bi biryar e ku bi hev ra dahatûyeke hevpar ava bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın