Serokê HKIyê Barzanî rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi kêfxweşî pêşwazî kir
Ankara
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê bi kêfxweşî pêşwazî kir û got ku vê di rêya aştî û çareseriyê da wekî pêngaveke girîng û meyleke rast dibînin.
Barzanî ji ser platforma çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya navenda wê Amerîka ye der barê rapora Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrariyê ya Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê (TBMM) da nirxandin kirin.
Barzanî destnîşan kir ku rapora Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê bi kêfxweşî pêşwazî kir û got ku "Ez vê ê di rêya aştî û çareseriyê da wekî pêngaveke girîng û meyleke rast dinirxînim. Girêdana çareseriya aştiyane û zimanê siyaset û diyalogê ji bo avakirina îstiqrareke mayînde ya ku dê kêrî hemû herêmê bê hêmanên bingehîn in."
Barzanî got ku "Wekî HKI wekî her dem em destnîşan dikin ku piştgiriyê didin bi rêyên aştiyane çareserkirina pirsgirêkan û pêngav û hewldanên ku ji bo biratî û bi hev ra jiyanê asoyeke nû vedike." û ev gotin:
"JEm hêvî dikin ji bo ku pêbawerî hê bêtir xurt bibe û aştiya her kes li bendê ye bê tesîskirin di bin banê Meclisê da pêngavên din bên avêtin."
