Polîtîka

Serokê HKIyê Barzanî pevçûnan wekî tehdîdeke mezin a dijî îstiqrara Sûriyeyê û herêmê nirxand

Haydar Şahin  | 20.01.2026 - Rojanekırın : 20.01.2026
Serokê HKIyê Barzanî pevçûnan wekî tehdîdeke mezin a dijî îstiqrara Sûriyeyê û herêmê nirxand

Ankara

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku berdewamiya pevçûnên di navbera hêzên artêşa Sûriyeyê û YPG/HSDya rêxistina terorê da "bi fikareke mezin" dişopînin.

Barzanî di daxuyaniya xwe da ya ji ser platforma çapemeniya civakî Xê ya navenda wê Amerîka ye diyar kir ku rewşa li Sûriyeyê "bi fikareke mezin" dişopînin û got ku "Berdewamiya şer û pevçûnan tehdîdeke mezin li ser îstiqrar û aramiya Sûriye û tevahiya herêmê derdixîne holê."

Barzanî da zanîn ku ji destpêka pevçûnan va ji bo ku di çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan da lihevkirin çêbe û rêya mizakereyê bê şopandinbi aliyên herêmî û navneteweyî ra di nav peywendiyê da ne û got ku "Em dubare dikin ku şer û pevçûnên eskerî dê tu pirsgirêkan çareser neke û dê rewşê aloztir bike."

Barzanî bangî hêzên Koalîsyona Navneteweyî kir û got ku ji bo pêkanîna îstiqrarê bila peywira xwe bi cî bîne û ev gotin:

"Em car din dubare dikin ku ji bo rawestandina şer, agirbest û lihevkirinê em amade ne ku her cure piştgiriyê bidin. Em dubare dikin ku divê mafên Kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyeyî bên parastin û di makezagona Sûriyeyê ya di pêşerojê da hildin bin temînatê."

- "Divê alî berpirsyar tevbigerin û ji hemasetê dûr bisekinin"

Ji hêla din va Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî jî di daxuyaniya xwe ya li ser malpera partiya xwe da diyar kir ku bi baldarî û bi fikar geşedanên li Sûriyeyê dişopînin.

Barzanî da zanîn ku "Di vê pêvajoya hesas da divê hemû alî berpirsyar tevbigerin û ji hemasetê dûr bisekinin" û got ku "Ev rewşa divê zirarê nede birayên me yên li Rojava(yên li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê). Pêkan nîne ku ev bi tu awayî bê qebûlkirin."

Barzanî da zanîn ji bo ku mirovên li herêmê zirar nebînin her cure hewldanê didin û got ku "Di rewşa ku derketiye holê da em bi xetereya ji nû va derketina DEAŞ û terorîzmê ra rû bi rû ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.