Serokê HKIyê Barzanî: "Ez kêfxweş im Serokomar Erdogan li Hewlêrê diezimînim"
Arbil
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir, "Ew kêfxweş e ku" di çarçoveya ziyareta wî ya Iraqê da Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Hewlêrê diezimîne.
Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê, der heqê ziyareta Serokomar Erdogan a Iraqê da bi Tirkî daxuyanî da.
Barzanî di daxuyaniya xwe da wiha got, "Seredana dîrokî ya Serokomar Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê li herêmê leqayî serdemeke hesas tê."
Barzanî bal kişand, ziyaret bal dikişîne ser rabitayên siyasî, aborî û ewlehiyê yên di navbera Iraq, HKI û Tirkiyeyê da jî û wiha got:
"Ez kêfxweş im Serokomar Erdogan li Hewlêrê diezimînim. Em ê mijarên girîng ên wekî aştî, îstiqrar û aboriyê gotûbêj bikin."