Polîtîka

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Hin daxuyaniyên bêberpirsyarî yên ji Qendîlê hatin dayîn dê me çavtirsî neke"

"Provokasyona Cizîrê, hin daxuyaniyên xemsar û seqet ên ji Qendîlê hatin dayîn dê me çavtirsî nekin. Ne faniyek dê Cenabê Xwedê bizane ka em gihaştine hidayetê yan na û dê Xwedê bi edalet û îhsana xwe hikma xwe ya ezelî ya der heqê me da bide"

Utku Şimşek  | 06.12.2025 - Rojanekırın : 07.12.2025
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Hin daxuyaniyên bêberpirsyarî yên ji Qendîlê hatin dayîn dê me çavtirsî neke"

Ankara

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got ku "Provokasyona Cizîrê, hin daxuyaniyên xemsar û seqet ên ji Qendîlê hatin dayîn dê me çavtirsî nekin. Ne faniyek dê Cenabê Xwedê bizane ka em gihaştine hidayetê yan na û dê Xwedê bi edalet û îhsana xwe hikma xwe ya ezelî ya der heqê me da bide."

Bahçelî beşdarî Merasima Sertîfîkayê ya Heyama 22yemîn a Dibisdata Serokatî û Siyasetê ya ku li Navenda Giştî ya MHPyê hat lidarxistin bû.

Bahçelî bi bîr xist ku Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî civîna xwe ya 19emîn di 4ê kanûnê da kir û ev gotin:

"Daxuyaniyên Îmraliyê yên ji heyeta parlamenteran ên ku çûn giravê ra hatin guftêgokirin. Peyamên serokatiya damezrîner yê PKKyê maqûl, erênî, muteber û biryardayî ne. Tu wate û ehemiyeta wê tune ku ji raya giştî ra daxuyaniyên dijî vê peyamê bên dayîn, pêvajoyê berovajî bikin û ava zelal şîlo bikin. Bereksê gelek erdnîgariyên ku di nav nedera pevçûn û rageşiyê da bêbîn mane welatê me mîmariya aştiyê ya adil, bi heqaniyet, ser bingeha exlaqî û aqilane tetbîq dike. Her kî hewl bide ku pêşî li vê bigire dê herdu dinyayan jî di bin webaleke ku nikare ji binî rabe hilde ser xwe. Provokasyona Cizîrê, hin daxuyaniyên xemsar û seqet ên ji Qendîlê hatin dayîn dê me çavtirsî nekin. Ne faniyek dê Cenabê Xwedê bizane ka em gihaştine hidayetê yan na û dê Xwedê bi edalet û îhsana xwe hikma xwe ya ezelî ya der heqê me da bide. Heke em bên ser Bozkurtiya min (gurê boz) helbet ez gurê boz im, heta mirinê jî dê gurê boz bim, dê wisa koç bikim. Înşallah dê perê duyemîn ê çêka aştiyê bê lêxistin û dê her kes bibîne ku bi firê ketiye."

Bahçelî destnîşan kir ku pişta xwe dizivrînin nêrînên utopîk, xeyalî, bêhesab û nehêja û ev gotin:

"Em bi hesret, muhabet, hurmetê hemû birayên xwe yên Kurd hembêz dikin. Ji bîr nekin yên ku pêşeroja Tirkiyeyê tarî dibînin dê li quncikên reş û tarî yên dîroka me da bên jibîrkirin. Em di wê hewlê da ne ku ji tayên zirav ên hiqûqa me ya biratiyê yê tê xwestin ku bê parçekirin meneyek, berpirsyariyeke exlaqî ya dualî û yekîtiyeke mayinde bihûnin. Wekî ku serokatiya damezrîner a PKKyê got ma ne hewce ye ku ne tenê çekên fiîlî di meneya zihnî da jî çek bên terikandin."

Bahçelî got ku "Mantiqê siyasî yê li pişt armanca Tirkiyeya bêteror li ser xurtkirina yekîtî û biratiya neteweyî ye. Tevî hin hewlên provokatîf em ber bi encamê va diçin. (Tirkiyeya Bêteror) Em nikarin vê derfeta dîrokî ya ku me di vê sedsala dawî da bi dest xistiye ji dest bidin an jî badilhewa bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.