Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "(Bi krîza Îranê ra) Girîngiya eniya navxweyî pir baş hat fehmkirin"
TBMM
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî diyar kir, êrîşên ku Amerîka û Îsraîl dibin ser Îranê, hemû herêmê eleqedar dikin û wiha dewam kir, "Girîngiya eniya navxweyî, qîmeta yekîtî û piştevaniya neteweyî wisa zen dikim ku pir baş hat fehmkirin û eşkere bû."
Bahçelî di Komcivîna Meclisê ya partiya xwe da axivî û diyar kir ku divê meriv ji tiştên ku li Îranê diqewimin ders hilde.
Bahçelî li ser girîngiya bi pêvajoya Tirkiyeya Bêteror va xurtkirina eniya navxweyî û yekîtî û bihevrabûna neteweyî sekinî û wiha axivî:
"Meqseda me ew e ku em çawa ji van êrîşên pir alî yên li dijî Îrana cînarê me dersan hildin, divê em bibînin ku tehdîd çiqas nêzîk bû û bê merhemet e. Ji bo beqayê divê meriv vê tehdîd û bê merhemetiyê demildest ferq bike û bibîne. Girîngiya eniya navxweyî, qîmeta yekîtî û piştevaniya neteweyî wisa zen dikim ku pir baş hat fehmkirin û eşkere bû. Musîbetên erjeng hatin serê Îrana cînarê me. Ne pêkan e ku em welatê xwe û van musîbetan ji hev cuda bifikirin. Heke wisa be ev bê îzanî ye. Xafilên ku ji bo armanca Tirkiyeya Bêteror mehde û mirûzê xwe dikin, hûn dibînin ku em çi dikin, armanca me çi ye? Şerm nekirin û bangewaziya me ya semîmî û rastîn a ku me ji bo biratiya Tirk û Kurdan kir, serobino kirin. Ew kesên ku hişmendiya meşreb û haveynê wan tevlihev e ji her alî va êrîşî bangewaziya 27ê Sibatê ya pêşengiya avakar a PKKyê kirin. Ev kesên xwediyê vê hişmendiyê gelo hûn çembera agirîn a derdora me nabînin û jê tu encamê dernaxin?"
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
