Polîtîka

Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî ji bo polêsên ku li Îzmirê şehîd bûn, peyama sersaxiyê da

"Ez bawer dikim ku têkiliyên êrîşkar wê derkevin holê, bêguman paşxaneya vê bûyera menfûr û menhûs wê were ronîkirin"

Betül Bilsel  | 08.09.2025 - Rojanekırın : 08.09.2025
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî ji bo polêsên ku li Îzmirê şehîd bûn, peyama sersaxiyê da

Ankara

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li ser êrîşa çekdar a ku li Balçovaya navçeya Îzmirê li dijî qereqola polêsan hat kirin wiha got, "Ez bawer dikim ku têkiliyên êrîşkar wê derkevin holê, bêguman paşxaneya vê bûyera menfûr û menhûs wê were ronîkirin."

Bahçelî li ser hesabê xwe yê NSosyalê ji bo polêsên ku li Balçovaya navçeya Îzmirê di êrîşa dijî qereqola polêsan da şehîd bûn, peyama sersaxiyê weşand.

Bahçelî got, "Di êrîşa xwînî û qeleş da Midûrê me yê Ewlehiyê yê Sinifa 1emîn Sermifetîşê Polêsan Muhsîn Aydemir û Polêsê me Hasan Akin şehîd bûn, yek jê giran du polêsên me jî birîndar bûn. Rehma Xwedê li şehîdên me yên ezîz be. Serê malbata wan a xemgîn, teşkîlata me ya ewlehiyê, miletê Tirk sax be, Xwedê sebrê bide. Xwedê şifayê ji polêsên me ra bişîne. Ez bawer dikim ku têkiliyên êrîşkar wê derkevin holê, bêguman paşxaneya vê bûyera menfûr û menhûs wê were ronîkirin. Têkiliya kujerê 16 salî û lîstikên nemerd ên li ser Tirkiyeya me tên lîstin bi hev ra heye ku wisa bi rehetîkî guleyan direşîne ser qereqola me ya polêsan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.