Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî: "Ewlehiya Şamê ewlehiya Enqereyê ye"
TBMM
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Ewlehiya Şamê ewlehiya Enqereyê ye. Bextewarî, refah, silametî û yekîtiya gelê Sûriyeyê bi gelê Tirk ra yek e."
Bahçelî di Civîna Koma Meclisê ya MHPyê da axivî.
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî di axaftina xwe da bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê diqewimin û wiha got, "Ewlehiya Şamê ewlehiya Enqereyê ye. Bextewarî, refah, silametî û yekîtiya gelê Sûriyeyê bi gelê Tirk ra yek e."
Bahçelî derbarê bi kêrê kuştina ciwanê bi navê Atlas Çaglayan da got, "Divê em derbarê zarokên ku tevlî sûcan dibin yan jî sûc kirine da çi pêwîst be bikin."
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî diyar kir nikarin pêşeroja xwe bixin xeterê û wiha peyivî, "Em nikarin zarokên xwe radestî bazirganên hişbirê yên bênamûs û bêrûmet bikin. Divê em têkoşînek giştî bidin destpêkirin."
Bahçelî destnîşan kir di meseleya Filistîn û Xezeyê da divê Serokomar Erdogan rêberê avakar yê aştiyê be, paşê kî bixwaze dikare beşdar bibe û got ku serê aştiyê Tirkiye û Serokomar e.
- "Xwîşk û birayên me yên Kurd tiştek in, HSD/YPG tiştekî din e. HSD/YPG rêxistineke terorê ye."
Bahçelî tekez kir ku pêşketinên dawî ji bo Sûriyeyê, welatên herêmê û Tirkiyeyê pir erênî û giring in û wiha got:
"Eşkere ye ku HSD/YPG, ku li dijî armancên Tirkiyeyeke Bêteror û Herêmeke Bêteror sûîqest li pey sûîqestê, li dar dixe, li dijî banga Îmraliyê ya 27ê Sibatê û li dijî wê tevdigere. Bi rastî, ew serokatiya damezrîner a PKKyê bi xwe ye ku provokasyonên HSD/YPGyê li Sûriyeyê wekî hewldaneke ji bo têkbirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê dibîne û nîşan dide. Li Sûriyeyê avahiyeke siyasî û civakî ya nû tê damezrandin. Rastiya ku HSD/YPG, dema ku bi zehmetiyan ra rû bi rû ma, neçar ma ku bi rêveberiya Şamê ra peymaneke agirbestê ya 14 xalî û entegrasyona tevahî îmze bike, encamek pir watedar û sûdmend e. Eşîrên Ereb, Kurd, Tirkmen û komên din ên etnîkî yên li Sûriyeyê ji bilî ku bi hev ra di yekîtî û biratiyê da bijîn, tu xwestek an armanceke wan a din nîne."
"Bi taybetî li Reqa û Dêra Zorê, eşîrên Ereb ên ku rabûn ser piyan, mil bi mil bi rêveberiya Şamê ra li dijî terorîzma HSD/YPGyê têkoşîneke bêhempa dane. Divê dubare were kirin ku xwîşk û birayên me yên Kurd tiştekî in, û HSD/YPG tiştekî din e. HSD/YPG rêxistineke terorê ye; îdiaya wê ya temsîlkirina xwîşk û birayên me yên Kurd, axaftina li ser navê wan û îsbatkirina mafên wan, dereweke eşkere ye, ji Ayê heta Zyê xeyalek e."
- "Emê tehemula komployên xwînî û tevliheviyên rêxistinên terorê nekin."
Bahçelî fermana ku ji hêla Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera va hat dayîn û daxuyaniya wî ya berê ya derbarê pêşketinên li Sûriyeyê da bi bîr xist û got ku ferman rast, watedar û gaveke giring bû ku di wextê rast da ji bo xurtkirina yekîtî û yekparebûna li Sûriyeyê hat avêtin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
