Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî: "Divê fesha ser rêveberiya rêxistinê tavhal pêk bê"
Ankara
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Di îcrakirina hedefa pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' da parek mezin a rêvebirê avaker ê PKKya rêxistina terorê ye, ku di 27ê Sibata 2025an da daxuyanî dabû. Ev bangewazî bi heman awayî KCKyê jî eleqedar dike. Herwiha fesha ser rêveberiya rêxistinê jî divê tavhal pêk bê."
Bahçelî di Civîna Koma TBMMyê ya partiya xwe da axivî û derbarê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da peyamên girîng dan.
Bahçelî bal kişand ser giringiya verastkirinên qanûnî yên ji bo pêvajoya Tirkiyeya Bêteror û wiha nirxand:
"Bêyî ku em hesta edaletê xera bikin, bêyî ku em bîranînên şehîdên xwe lekedar bikin, bêyî ku em berxwedana xaziyên xwe pişt çav bikin; kesên wê derbasî pêvajoya bêçek bibin wê hêdî hêdî vegerin nav civatê... Emê prîmê nedin wê baweriya efû û necezakirinê, divê çarçoveya qanûnî ya verastkirinên guncav bê xêzkirin."
- "Fesha ser rêveberiya rêxistinê jî divê tavhal pêk bê"
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got ku fesha ser rêveberiya rêxistinê jî divê tavhal pêk bê û wiha dewam kir:
Di îcrakirina hedefa pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' da parek mezin a rêvebirê avaker ê PKKya rêxistina terorê ye, ku di 27ê Sibata 2025an da daxuyanî dabû.
Ev bangewazî bi heman awayî KCKyê jî eleqedar dike. Herwiha divê pirsên wekî pirsgirêka statuyê ya rêveberiya avaker a PKKyê wê çawa bê nirxandin? Eger pirgirekek wiha hebe, bi me heye, gelo wê çawa bê çareserkirin? Statuya Îmraliyê ku xizmeta Tirkiyeya Bêteror dike wê çawa bê çareserkirin? Divê ev pirs bi semîmiyet, maqûl, bi aqil û wicdan di kurtedemekê da bên bersivandin."
- Mijara qeyûm
Bahçelî di vê mijarê de got: "Ji aliyê din va dibê meseleya qeyûm di çarçoveya sînorên demokratîk da cardin bê nirxandin, herwiha divê derfet bê dayîn ku herdu Ahmet li meqamên xwe rûnin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
