Polîtîka

Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî bi heyeta DEM Partiyê ra civiya

Aykut Yılmaz, İsa Toprak  | 27.05.2025 - Rojanekırın : 28.05.2025
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî bi heyeta DEM Partiyê ra civiya

TBMM

 Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li Meclisê bi Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê ra axivî.

Hevdîtin li meqamê Bahçelî yê li Meclisê çêbû û di hevdîtinê da Cîgirserokê Meclisê Celal Adan û Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz jî cî girtin.

Ji heyeta DEM Partiyê jî ji xeynî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê, Cîgirserokên Koma Meclisê yên DEM Partiyê Sezaî Temellî û Gulustan Kiliç Koçyigît beşdarî civînê bûn.

Hevdîtin bêyî çapemeniyê hat kirin û bi qasî 40 deqîqeyan dewam kir.

Gulustan Kiliç Koçyigîtê piştî hevdîtinê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku hevdîtin xweş derbas bû û ew li ser qanûna înfazê axivîn.

Bahçelî jî gava ji Meclisê derket, ji rojnamevanan ra got ku xebat wê piştî Eyda Qurbanê li Meclisê bidomin.

DEM Partiyê derbarê hevdîtina ku bi Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî ra kirin da daxuyanî da

DEM Partiyê ragihand ku di hevdîtina digel Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî da mijarên weke pêngavên pêwîst ji bo pêşvaçûna pêvajoya Tirkiyeya Bêteror, rola parlamentoyê ya di vî warî da, pakêta nû ya darazê, komîsyona ku tê çaverêkirin li parlementoyê ava bibe û qanûna esasî hatin gotûbêjkirin.

DEM Partiyê derbarê hevdîtina ku bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ra kirin da daxuyaniyeke nivîskî da.

Heyeta ku ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û Wekîlserok Gulistan Kiliç Koçyigit û Sezaî Temellî pêk dihat, digel heyeta MHPyê ku ji Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî, Wekîlserokê MHPyê Celal Adan û Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz pêk dihat, hevdîtineke bi qasî 40 deqîqeyan pêk anîn.

Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku derbarê pêşhatên li Tirkiye û herêmê da bi awayekî berfireh danûstana fikrê hat kirin û hevdîtin gelekî erênî derbas bû.

Hat destnîşankirin ku mijarên weke pêşhatên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk, pêvajoya demokratîzebûna Tirkiyeyê, hevdîtina heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê digel Abdullah Ocalanê serkirdeyê rêxistina terorê û biryarên kongreyê yên ku rêxistinê di 12ê Gulanê da eşkere kirin, hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê da wiha jî hat gotin:

"Ji bo ku pêvajo pêş bikeve, hin mijar hatin rojevê. Gavên ku divê bên avêtin, rola ku divê Meclis hilde ser xwe, pakêta darazê ya nû, avakirina komîsyona ku li Meclisê tê payîn û qanûna esasî di nava mijarên ku hatin axaftin da cih digirin. Pêdivê partiyên siyasî di vê pêvajoyê da roleke aktîf bilîzin. Di vê çarçoveyê da heyeta me, wê sibê li TBMMyê bi heyeta AK Partiyê ra bicive."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.