Polîtîka

Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî: "Armanca Tirkiyeya Bêteror bi hemleyên rast û di cî da pêşva çûye"

Abdullah Özkul  | 11.07.2025 - Rojanekırın : 12.07.2025
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî: "Armanca Tirkiyeya Bêteror bi hemleyên rast û di cî da pêşva çûye"

Ankara

 Serokê Giştî yê MHPyê Develt Bahçelî, "Armanca Tirkiyeya Bêteror bi hemleyên rast û di cî da pêşva çûye."

Bahçelî der barê teslîmkirina çekan ya PKKya rêxistina terorê da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî diyar kir ku armanca Tirkiyeya Bêteror bi hemleyên rast û di cî da pêşva çûye.

Bahçelî diyar kir rêxistina terorê ya cudakar kom bi kom çekên xwe datîne û di heman demê da geşedanên dîrokî diqewimin ku heyameke tarî tê girtin.

Serokê Giştî yê MHPyê Bahçeli destnîşan kir li gor bernameya hatiye destnîşankirin bi temambûna çekdanînê ra bîranînên xerab wê li paş bimînin û gelê Tirk dê bibe mîhwer û mîmarê sedsala nû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.