Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo hin hevdîtinên fermî bike hat Filîpînê û li paytext Malînayê bi merasimeke fermî hat pêşwazîkirin.
Merasim li ber Qesra Malacananê hat lidarxistin.
Di merasimê de sirûda neteweyî ya Tirkiye û Fîlîpînê hatin berzkirin. Serokwezîr Davutoglu û Serokê Dewleta Fîlîpînê Benîgno Aqûîno silav da qiteya merasimê.
Davutoglu deftera rûmetê îmze kir, piştre bi Aqûîno re hevdîtin kir.
Xanima Davutoglu Sare Davutoglu, Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan û Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek, Serokcîgirê Koma AK Partiyê Mustafa Elîtaş jî beşdarî merasimê bûn.