Serokomarê Îranê Pezeşkiyan bi peyama Tirkî xîtabî Serokomar Erdogan û miletê Tirk kir:
"Di mijara şermezarkirina rejima Siyonîst (Îsraîl) a êrîşkar da helwesta biryardar a Serokomarê Komara Tirkiyeyê, birayê min ê ezîz Birêz Recep Tayyîp Erdogan hêjayî teqdîrê ye"
Ankara
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan pesnê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da ku Erdogan di mijara şermezarkirina êrîşên dijî Îranê yên Îsraîlê da helwesta biryardar nîşan da û wiha got, "Di mijara şermezarkirina rejima Siyonîst (Îsraîl) a êrîşkar da helwesta biryardar a Serokomarê Komara Tirkiyeyê, birayê min ê ezîz Birêz Recep Tayyîp Erdogan hêjayî teqdîrê ye."
Pezeşkiyan li ser Xa platforma medyaya civakî bi Tirkî peyam parve kir û pesnê piştevaniya ji bo Îranê ya Serokomar Erdogan û gelê Tirk da.
Pezeşkiyan di peyama xwe da wiha got:
"Di mijara şermezarkirina rejima Siyonîst (Îsraîl) a êrîşkar da helwesta biryardar a Serokomarê Komara Tirkiyeyê, birayê min ê ezîz Birêz Recep Tayyîp Erdogan hêjayî teqdîrê ye. Miletê Tirk ê destebira salên dûr û dirêj e ku di piştevaniya ometa Îslamê da roleke girîng daye ser milê xwe. Em ê di vê rêya bişeref da bi lutfa îlahî va meşa xwe bidomînin."
