ANKARA
Alîkarê Serokê Gişkî û Berdevkê AK Partiyê Huseyin Çelîk got: "Serokwezîrê me reya ji sedî 52yê welatiyên me hilda lê belê ew ê bibe serokomarê tevahiya welatiyan. Ew ê bibe serokomarê her kesî û ji bo 77 milyonî bixebite."
Çelîk li pêşiya avahiya Navenda Gişkî ya AK Partiyê ji rojnamevanan re encamên hilbijartina serokomariyê nirxand.
Çelîk diyar kir ku Tirkiyeyê hilbijartineke girîng temam kir, serokomarê 12an hilbijart û li gor encamên nefermî Serokê Gişkî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji serokomariyê re hilbijart û wiha axivî: "Em ji welatiyên xwe yên ku piştgirî dan re sipasdar in. Encam ji serî ve eşkere bû, di qadan de û di anketan de ev rastî hatibû eşkerekirin. Dema ku me li rewşa gel dinihêrî me dizanibû ku encamê wiha be."
Çelîk destnîşan kir ku ev hilbijartin bi başî û rindî temam bû û welatiyan wezîfeya xwe anî cih û wiha pê de çû: "Sekeftin tu carî tesadûfî nînin. Ev hilbijartina partiyekê nebû, welatiyan her tim piştgirî dan projeyên AK Partiyê. Di hilbijartina serokomariyê de 14 partî li hemberî me rabûn. 14 partiyan namzedek derxistin. Ji hêla din ve namzedê HDPê hebû lê belê dîsa jî Serokwezîrê ji sedî 52 rey sitand."
Çelîk diyar kir ku Serokwezîr Erdoganê di saet 22.00yan de li pêşaya Navenda Gişkî ya AK Partiyê ji welatiyan re sipas bike û hilbijartinê binirxîne û wiha got: "Ew ê der barê pêvajoya li pêşiya me nîşan bide. Hilbijartin dawî bû, em hêvî dikin ku ew tiştên ku mirovan ji hev re digotin bên jibîrkirin. Ji îro şûn de em ê bi hev re di rêya xwe de bimeşin."
Çelîk got, "Ew ê niha bêjin Serokwezîr Erdogan ji sedî 52 rey hilda lê ji sedî 48an rey nedanê" û wiha axivî:
"Helbet ji sedî 48an rey nedanê. Demokrasî ev e. Serokwezîrê me reya ji sedî 52yê welatiyên me hilda lê belê ew ê bibe serokomarê tevahiya welatiyan. Ew ê bibe serokomarê her kesî û ji bo 77 milyonî bixebite. Em wisa bawer dikin."