Çelîk daxuyaniya nivîskî da û got ku van rojan der heqê Kulliyata Rîsaleyê Nûrê ya ku Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî nivîsiye de nûçe dertên û îdia dikin ku çapkirina kulliyatê hat astengkirin an jî ket bin destê dewletê. Çelîk wiha got: "Di çarçoveya zagona torbe de verastkirin hat kirin û li gor verastkirinê bêyî ku dema parastina berheman tijî bibe, berhem dê bibin malê qamûyê, ango dê bên çapkirin û weşandin."
Çelîk li Navenda Giştî ya AK Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û li ser mijarên rojevê sekinî.
Çelîk li ser belgeya "Bangewaziya jiyana nû" ya Demirtaş jî wiha got: "Bûye endamê serokomariyê yê partiyeke wisa ku ew partî dûvika rêxistineke terorê ye û li ser kuştina mirovan ava bûye. Hatiye qala heyat û jiyanê dike. Ev tiştekî pir baş e, ez hêvî dikim ku Tirkiye qezenc bike, her kes qezenc bike. Dema ku Birêz Serokwezîr derket Qesrê, dê li ser navê dewletê eyarê nede milet. Dê li Qesrê ji bo milet bibe mirovê dewletê.
Çelîk got ku "Ji bo nan (ekmek) Ekmeleddîn' ez di şûna Ekmel Beg de bim ez ê cardin bifikirim. Dibêje ku 'ez îcraatê nakim' Pekî tê nan çawa mezin bikî? Jixwe hevîrê vî nanî şikeva û kartû ye. Hûn li Tirkiyeyê tiştekî wisa bibêjin mirovê bi we bikenin."
Çelîk qala xebatên aboriyê yên ku di dema îqtidara AK Partiyê de hatin kirin û li ser bêalîtiya Serokwezîr Erdogan wiha got:
"Tişta ku Birêz Serokwezîr dibêje ev e; helbet Birêz Serokwezîr dê aliyê başiyê bigre, dê bêalî nemîne. Heke ku rastî û xeletî pev biçin, Birêz Erdogan dê aliyê rastiyê bigre. Dê alîkariya heqiyê bike. Dê aliyê mezlûman bigre. Dema ku mijar were li ser Îsraîl û Filistînê dê xwe bide aliyê Filistînê. Divê em ne li cem xaîna bin, lazim e em li cem welatperweran bin. Bila ev baş bê zanîn ku dema Birêz Serokwezîr derket Qesrê, dê li ser navê dewletê eyarê nede milet. Dê li Qesrê ji bo milet bibe mirovê dewletê."