ANKARA
Hat ragihandin ku tu wextî fikreke Serokomar Abdullaha Gul ya partîavakirinê çênebû.
Îro di rojnemeyakî de di bin sernava "Wan em ji xwe nedîtin / Gul jî fêm kir" de nûçeyek derket û hat îdîa kirin ku Serokkomar Abdullah Gul dê partiyeke nû ava bike. Navenda Çapemaniya Serokomariyê li ser vê îdîayê daxuyaniyek belawkir û diyar kir ku ev nûçe derew e.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Birêz Serokomar der heqê mijarên ku di nûçeyê de hat amadekirin de, beriya niha bi wesîleya hin tiştan bi raya giştî re parvekir, tu wextî fikreke Serokomar Abdullaha Gul ya partîavakirinê çênebûye."