Polîtîka

Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyêv û Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî li Munîxê civiyan

Ruslan Rehimov  | 13.02.2026 - Rojanekırın : 14.02.2026
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyêv û Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî li Munîxê civiyan

Baki

 Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyêv û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî li Munîxê civiyan.

Li gorî daxuyaniya Serokomariya Azerbeycanê Eliyêv û Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê da civînek li dar xistin.

Li gorî daxuyaniyê, Eliyêv û Barzanî li ser geşepêdana têkiliyên dualî yên di warê aborî, bazirganî, çandî û mirovî da hev şêwirîn.

Serokomarê Azerbeycanê Eliyêv, Serokê HKIyê Barzanî vexwend Azerbeycanê û Barzanî bi kêfxweşî ev vexwendin qebûl kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.