Serokomar Erdogan û Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy bi têlefonê axivîn

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy bi têlefonê axivîn.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku Serokomar Erdogan û Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy bi têlefonê axivîne.
Di daxuyaniyê da hat diyar kirin ku di axaftinê da têkiliyên Tirkiye-Ukraynayê û meseleyên herêmî û kurewî hatine gotûbêjkirin.
Hat destnîşankirin Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya bi Zelenskiy ra diyar kir ku pêşketina di hevdîtinên li Stenbolê da girîng dibînin û got ku dixwazin li ser agirbestê encamên baş hildin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.