Serokomar Erdogan îro wê heyeta DEM Partiyê qebûl bike

Ankara
Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun ragihand Serokomar Recep Tayyip Erdogan îro wê heyeta DEM Partiyê qebûl bike.
Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha ragihand:
"Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan îro wê di saet 15.00an da Cîgirseroka TBMMyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û heyeta gel wê li Kulliyeya Serokomariyê qebûl bike. Di çarçoveya qebûlê da wê xebatên ji bo hedefa 'Tirkiyeya Bêteror' tên birêvebirin bên nirxandin."