Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Îdeala Sedsala Tirkiyeyê ya xwe înşeallah emê bi hevdu ra bînin cih"

Koray Taşdemir  | 30.06.2025 - Rojanekırın : 30.06.2025
Serokomar Erdogan: "Îdeala Sedsala Tirkiyeyê ya xwe înşeallah emê bi hevdu ra bînin cih"

Istanbul

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Ji bo avakirina hevsengiyan, pêkhatina îstiqrarê, filitîna ji bahozan wê hinekî din jî dem hewce bike."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê beşdarî Merasima Xelatan a Şampiyonên Îxracatê ya Lijneya Giştî ya 32yemîn a TÎMê bû û tê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina li vir kir da got ku "Digel aboriyê ji siyaseta kurewî heta hevsengiya civakê di gelek qadan da rîsk zêde dibin, em bi pêvajoyeke ku tehdîdên wê cur bi cur in ra rû bi rû ne. Em bixwe berdêl bidin jî me tevesulî polîtîkayên populîst nekir û bi welat û miletê xwe berdêl neda dayîn."

Serokomar Erdogan berdewamiya axaftina xwe da got, "Di meha gulanê da, enflasyona salane li gor 3 sal û nîvê dawî ket asta herî jêr. Em texmîn dikin dawîya salê di enflasyonê da, emê reqemên derdora 20î bibînin.

Em dixwazin ku heta 2028an ji bo welatên dûr îxracata xwe derxin 50 milyar dolarî, di îxracata xwe da bi tevahî para welatên ÎÎTyê derxin sewiyeya ji sedî 30î. Di qada wesayitên biçek-bêçek ên esmanî yên bêmirov da em serketin, em ketin nav welatên sereke. Ji 3 ÎHAyên li dinyayê tên firotin 2 fîrmayên Tirk hildiberînin.

Erdogan got, "Îdeala Sedsala Tirkiyeyê ya xwe înşeallah emê bi hevdu ra bînin cih. Em bezayên mesafeyên kurt nînin, em bezayên maratonê ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.