Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Yekemîn berpirsê vî şerê bêhiqûq, Hikûmeta Îsraîlê ye"

Gazi Nogay, Ahmet Buğra Olaç  | 01.04.2026 - Rojanekırın : 04.04.2026
Serokomar Erdogan: "Yekemîn berpirsê vî şerê bêhiqûq, Hikûmeta Îsraîlê ye"

TBMM

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Yekemîn berpirsê vî şerê bêhiqûq, sersebebê vê pevçûn, girjî û qeyranê, Hikûmeta Îsraîlê ye. Her pêşhateke ku bi vekirina eniyên nû bibe sedema berdewamiya şer, dê xizmeta stratejiya xwînî ya Îsraîlê bike û dê zirarê bide herêma me. Divê neyê jibîrkirin ku her dilop xwîna ku di şer da tê rijandin dê bibe ava jiyanê ji bo dirêjkirina jiyana siyasî ya Netanyahu."

Erdogan di Civîna Koma TBMMê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan behsa şerê herêmê yê di navbera Amerîka/Îsraîl û Îranê da kir û diyar kir ku berpirsê sereke yê şerê herêmê Îsraîl e û wiha got:

"Lêbelê di nav xetereyên ku herêma me pê re rû bi rû ye, ji bilî dirêjkirina şer, xetere heye ku veguhêze bo şerekî navxweyî yê herêmî jî. Mixabin êrîşên bersivdanê yên ku li dijî enerjî, veguhastin û binesaziya sivîl, vê îhtîmalê zêde dikin. Yekemîn berpirsê vî şerê bêhiqûq, sersebebê vê pevçûn, girjî û qeyranê, Hikûmeta Îsraîlê ye. Her pêşhateke ku bi vekirina eniyên nû bibe sedema berdewamiya şer, dê xizmeta stratejiya xwînî ya Îsraîlê bike û dê zirarê bide herêma me. Divê neyê jibîrkirin ku her dilop xwîna ku di şer da tê rijandin dê bibe ava jiyanê ji bo dirêjkirina jiyana siyasî ya Netanyahu."

Erdogan diyar kir ku şerê bi Îranê ra xizmeta vîzyona aştiya cîhanî nake, berevajî vê, vîzyonê sabote dike û dixe xetereyê û wiha domand:

"Mezintirîn rêbaza berdest ji bo mirovahiyê ji vê xefikê rizgar bibe dîplomasî, diyalog û lihevkirin e, li şûna israrkirina li ser daxwazên herî zêde, hewldana dîtina xaleke hevpar e. Aqil, wijdan, hiqûqa navneteweyî, edalet û dadperwerî vê yekê dixwazin. Hêviya me ew e ku bêyî rijandina xwînê, eqlêselîm bi ser bikeve û bi vî rengî rê li ber aştiyê vebe. Ji bo vê yekê emê destên xwe û heke hewce bike laşê xwe jî bixin xetereyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.