Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Xwîşk û birayên me yên Filistînî li ber xwe didin û em ê jî bêdeng nemînin"

Zeynep Rakipoğlu  | 26.04.2024 - Rojanekırın : 27.04.2024
Serokomar Erdogan: "Xwîşk û birayên me yên Filistînî li ber xwe didin û em ê jî bêdeng nemînin"

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Digel hemû bêderfetiyê xwîşk û birayên me yên Filistînî 203 roj in li ber xwe didin û tu kes nikare ji me bixwaze ku em li ber komkujiyê bêdeng bimînin."

Erdogan di Konferansa 5emîn ya Platforma Qudsê ya Navparlamenteran da axivî.

Serokomar Erdogan bal kişand ser Platforma Qudsê ya Navparlamenteran û destnîşan kir ku platform bi xebat, civîn û konferansên xwe di asta kurewî da bû deng û nefesa doza Filistînê.

Erdogan diyar kir yên dixwazin firewnên serdemê bibînin, bila dûr neçin, bila li yên ku di 203 rojên dawîn da 35 hezar Filistînî kuştine, binêrin û wiha pê da çû, "Netanyahu weke kujerên beriya xwe, li dîrokê navê xwe weke 'Qesabê Xezeyê' bi şermezarî nivîsand. Her çiqas hinek vegerin jî em ji rêya xwe venegerîn, em ê venegerin. Çimkî baweriya me bi Xwedê û roja hesab heye."

Serokomar Erdogan got li çar aliyên Qudsa Şerif rêç, berhem û mohra ecdadê me yê leheng heye ku 400 sal xizmeta vî warê pîroz kirine û wiha domand, "Kes nikare van rêçan jêbibe. Tacîzên li dijî pîroziya qibleya me ya pêşî Mescida Eqsayê roj bi roj zêde dibin. Nasnameya kevnare ya Qudsê ji aliyê Îsraîla dagirker va, gav bi gav tê mehandin. Em ji wan siyasetmedaran nînin ku li gorî şertan, li gorî ba, soza xwe, sekna xwe, helwesta xwe biguherin. Me kefenê xwe hilda û me da ser vê rêyê. Digel hemû bêderfetiyê xwîşk û birayên me yên Filistînî 203 roj in li ber xwe didin û tu kes nikare ji me bixwaze ku em li ber komkujiyê bêdeng bimînin. Emê bi berdewamî birayên xwe yên Hemasî weke berxwedêrên welêt li dijî dagirkeran, Quwayê Milî yên Filistînê bibînin. Diaya min ev e; 'Ya Rebî, bi xatirê navê xwe yê Qehar, di serî da Netanyahu hemû siyonîstan qehr û perîşan bike. Zêhniyeta ku rojbûna zarokên xwe bi kuştina sebiyên Xezeyî pîroz dike, tu peywendiya wê bi mirovayetî, nirxên sereke yên mirovayetiyê nemaye."

Erdogan destnîşan kir di alîkariya diçe Xezeyê da Tirkiye di rêza yekem da ye û wiha axivî, "Ji 7ê Cotmehê heya niha alîkariya ku me bi 13 balafir û 9 keştiyan şandiye nêzîkî 50 hezar tonî ye."

Serokomar Erdogan diyar kir alîkariya eskerî û diplomatîk ku rêvebiriya Amerîkayê bêyî şert dide Îsraîlê feydeyê nade çareseriyê û wiha peyivî, "Dibe sedem ku pirsgirêk hê mezin bibe. Nirxên demokrasî, azadî, hiqûq û azadiya raman, çapemenî û fikrî yên Rojavayê gava mesele tê ser Îsraîlê ji holê tên rakirin. Li Xezeyê 35 hezar kes bi hovane hatin qetilkirin, lê Senatoya Amerîkayê ji bo Îsraîlê pakêta alîkariya eskerî ya bi 25 milyar dolarî pesend kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın