Serokomar Erdogan: "Xeze ji bo alema Îslamê îmtihanek e"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku Xeze ji bo alema Îslamê îmtihanek e û wiha got, "Bi îzna Xwedê, em ê vê îmtihanê bi bi rûyekî sipî derbas bikin û bi awayê herî xurt li kêleka birayên xwe cih bigirin."
Erdogan piştî serdana xwe li Kuweyt, Qeter û Uumanê ku 3 roj dewam kir, di vegerê da di balafirê da daxuyanî da rojnamevanan û bersiva pirsên wan da.
Serokomar Erdogan diyar kir di serdanê da bi Qeter û Ummanê ra mijara kirîna balafirên Eurofîghterê gotûbêj kirine û wiha axivî, "Mizakereyên li ser vê mijarê ku gelek hûrgiliyên teknikî dihewîne, baş didome. Bi kirîna van balafiran (Eurofîghter) wê hêza me ya asîmanî hê bihêztir bibe."
Erdogan li ser pirsa der barê Hêza Peywirê ya Xezeyê da wiha got, "Ji ber ku mijareke piralî ye, mizakereyên berfireh têne kirin. Em amade ne ku di vê mijarê da her cure piştgiriyê bidin Xezeyê. Divê bi rêya mueyîdeyan û rawestandina firotina çekan Îsraîl neçar bimîne ku sozên xwe bicih bîne. Em ji bo vê yekê gavan diavêjin. Em ê berdewam bikin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku Xeze ji bo alema Îslamê îmtihanek e û wiha got, "Bi îzna Xwedê, em ê vê îmtihanê bi bi rûyekî sipî derbas bikin û bi awayê herî xurt li kêleka birayên xwe cih bigirin. Vejandin û avakirin (Xezeyê) karekî hêsan nîne. Em ê vê gavê bi hev ra, bi taybetî bi welatên Kendavê ra, bi îzna Xwedê biavêjin."
Erdogan li ser pirsa der barê rewşa Qibrîsa Bakur da wiha peyivî, "Ji bo me qet pêkan nîne ku em bi çavên şaş yan jî neyînî li Qibrîsa Bakur binihêrin. Ev hilbijartineke girîng e û îradeya Tirkên Qibrîsê ji bo me pir rêzdar e."
Serokomar Erdogan bal kişand ser CHPyê û got, "Divê rêveberiya CHPyê derkeve û îzah bike çima ew ji ber jiholêrakirina gefên me yên li dervayî sînorên me aciz in."
Erdogan destnîşan kir Enqere, Bursa û Stenbol her tim kêmbûna avê dijîn û her diçe wê bibînin jî û got ku lê bi destûra Xwedê em ê gelê xwe yê li vir bêav nehêlin.
