Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Xebitîna xeta Rêhesina Baku-Tiblîs-Qersê bi qebareyeke tam, ji bo me hemiyan gelekî giring e"

Özcan Yıldırım  | 13.08.2025 - Rojanekırın : 13.08.2025
Serokomar Erdogan: "Xebitîna xeta Rêhesina Baku-Tiblîs-Qersê bi qebareyeke tam, ji bo me hemiyan gelekî giring e"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Rêhesina Baku-Tiblîs-Qersê ku qorika Korîdora Navîn e, xebitîna vê xetê bi qebareyeke tam, ji bo me hemiyan gelekî giring e."

Serokomar Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê piştî hevdîtinê dualî digel Serokomarê Gurcistanê Mikheil Kavelaşvilî civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist.

Erdogan bibîr xist ku cîrantiya Tirkiye û Gurcistanê li ser esasekî dîrokî û çandî ye, herdu welat hevbeşê stratejîk ên bi hev girêdayî ne û got, "Rêhesina Baku-Tiblîs-Qersê ku qorika Korîdora Navîn e, xebitîna vê xetê bi qebareyeke tam, ji bo me hemiyan gelekî giring e."

Serokomar Erdogan herwiha got, "Em weke Tirkiye û Gurcistanê ji bo aşitî, geşe û hevkariya li herêmê û dervayî wê, emê bi berdewamî mil bi mil tev bigerin. Di salên raborî da me di bazirganiyê da hedefa 3 milyar dolarî girt. Hedefa me ya nû 5 milyar dolar e."

Serokomarê Gurcistanê Kavelaşvilî jî bal kişand ser şerê Rûsya-Ukraynayê û got, "Erka ku Serokomar (Erdogan) nîşan da, ji bo tesîsa aşitiyê di nava aliyan da gelekî giring e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.