Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Wekî dewlet wezîfeya me ya pêşîn e ku em pirsgirêkên welatiyên xwe yên astengdar çareser bikin"

Ekip  | 04.12.2025 - Rojanekırın : 05.12.2025
Serokomar Erdogan: "Wekî dewlet wezîfeya me ya pêşîn e ku em pirsgirêkên welatiyên xwe yên astengdar çareser bikin"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo 3yê Berfanbarê Roja Astengdaran a Cîhanê li Navenda Kongreyê ya AK Partiyê beşdarî "Hevdîtina Roja Astengdaran a Cîhanê ya Sedsala Tirkiyeyê ya Bêasteng" bû.

Erdogan li ser çareserkirina pirsgirêkên astengdaran sekinî û wiha got:

"Wekî dewlet wezîfeya me ya pêşîn e ku em pirsgirêkên welatiyên xwe yên astengdar çareser bikin, li gor daxwaz û bendewariyên wan gavên nû biavêjin. Heta ku dilê şikestî yên hemû xwişk û birayên me yên astengdar were kirîn, em ê bi fedakarî bixebitin û derfetan ji bo wan seferber bikin."

Serokomar Erdogan bal kişand ser xebatên ku ji bo astengdaran têne kirin û wiha got, "Em li qadê tesbît û xebatên xwe didomînin û bi reformên hiqûqî û îdarî yên ku me kirin va jî piştgiriyê didin xebatên xwe. Em mafên xwişk û birayên xwe yên astengdar ne tenê li welatê xwe, li qada navneteweyî jî bi awayekî xurt diparêzin."​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.