Serokomar Erdogan: "Weke Tirkiyeyê, em hewlên xwe yên dîplomatîk didomînin"
- Serokomar Erdogan got, "Weke Tirkiyeyê, em hewlên xwe yên dîplomatîk didomînin, ji bo pêşî lêgirtina zêdebûna tundûtîjiya li Îranê ku heye li herêma me bibe sedema felaketeke komî."
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em binemaya 'li welêt aştî, li cîhanê aştî' ku ji avakarê Komara me Gazî Mustefa Kemal Ataturk mîrat maye, bi nêzîkatiyek proaktîf, hewldêr û kargêr, di dilê siyaseta xwe ya derve da dihêlin."
Serokomar Erdogam li Hola Nimayişê ya Millet a li Beştepeyê di pêşkêşkirina "Xelata Aştiyê ya Navneteweyî ya Ataturk" ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres da axivî.
Erdogan got, "Em binemaya 'li welêt aştî, li cîhanê aştî' ku mîrata Ataturk e, bi nêzîkatiyek proaktîf, hewldêr û kargêr, di dilê siyaseta xwe ya derve da dihêlin. Em ji bo vemirandina agirê pevçûn, şer, zordestî û qeyranê mirovî, di serî da li herêma me, her li kuderê be avê vediguhêzin."
Serokomar Erdogan her wiha got, "Weke Tirkiyeyê, em hewlên xwe yên dîplomatîk didomînin, ji bo pêşî lêgirtina zêdebûna tundûtîjiya li Îranê ku heye li herêma me bibe sedema felaketeke komî."
Erdogan bal kişand ser xebatên dîplomatîk ên bi DYA, Îsraîl û Îranê ra û got, "Tevî yên dixwazin hêviyên me bişkînin û me ji têkoşîna me dûr bixin, em ê bi biryardarî xebata xwe bidomînin. Wekî rêberekî ku bawer dike bê edalet pêşveçûn, aştî û îstîqrar nabe, emê piştgiriyê bidin înîsiyatîfan ji bo veguherandina NYê bo pêkahateyeke berfirehtir."
