Serokomar Erdogan: "Tundiya dijî jin û zarokan sûcê mirovahiyê ye"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe da got, "Tundiya dijî însanan, bi taybetî jî dijî jin û zarokan, sûcê mirovahiyê ye û dijî mirovahiyê bêbextî ye. Kesên destê xwe li jinan radikin wijdana wan tarî ye."
Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Neteweyî ya Beştepeyê di bernameya "Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan" da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir ku wekî Serokomar û bavê du keçan, wê mînanî her carê di têkoşîna dijî zexta li ser jin û zarokan da li pêş be.
Erdogan di axaftina xwe da got, "Tundiya dijî însanan, bi taybetî jî dijî jin û zarokan, sûcê mirovahiyê ye û dijî mirovahiyê bêbextî ye. Kesên destê xwe li jinan radikin wijdana wan tarî ye."
Serokomar Erdogan destnîşan kir mixabin ji 70 hezar Filistîniyên ku di komkujiya Xezeyê da şehîd bûn, ji sê paran dudu jin û zarok bûn û wiha axivî, "Ev hejmar dilê kesên xwedî wijdan diêşîne. Helwesta dijî jinên li Xezeyê hat nîşandin di du salên dawîn da berteka ku heq dikir, nedît. Nasnameya sûcdar û mexdûran li vir jî rengê bertekê diyar kir."
Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da got, "Em ê bêyî ku nasnameya zalim û mezlûm çi be, edaletê biparêzin û em ê rastiyê li her platforman bi dengekî bilind ragihînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
