Serokomar Erdogan: "TIRên me yên alîkariya mirovî gihîştin Xezeyê"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Li Xezeyê derbasbûna alîkariyên mirovî bilez bû. TIRên me yên alîkariya mirovî jî gihîştin Xezeyê."
Serokomar Erdogan li Salona werzişê ya Hayrî Gur a Trabzonê di "Merasima Vekirina Giştî ya Tesîs û Projeyên ku Çêkirina Wan Temam Bûye" da axivî.
Erdogan der barê balafirgeha nû ya Trabzonê da axivî û wiha got: "Em ê îhaleya wê îsal bikin, xebatan jî saleke din bidin destpêkirin. Bi vî awayî em ê li ser behrê balafirgeha 3yem çêkin."
Serokomar Erdogan behsa rewşa li erdnigariya ku Tirkiye jî lê ye kir û wiha axivî: "Li derûdora me ya nêzîk şikestinên dîrokî rû didin, wekî qirna çûyî pergala dinyayê ya nû bi bûyerên navend erdnigariya ku em jî lê ne, teşeyê distîne. Tirkiye bi rêveberiya me bû aktorekî civaka navneteweyî yê bi bandor ku jê ra rêz tê girtin û gotina wê tê guhdarîkirin."
Der barê şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da jî Serokomar Erdogan wiha got: "Daxwaza me ew e ku şer heman bi dawî bibe. Di çareseriya vê qeyranê da çi dikeve li ser milê me, em amade ne ku bikin. Ji bo ku pevçûn bisekinin, aştî pêk bê em bi her du welatan ra jî di têkiliyê da ne. Em girîngiyê didin ewlehiya Behra Reş ku tu lê xetere çênebe."
Serokomar Erdogan ji bo rewşa li Xezeyê û alîkariyên mirovî jî wiha axivî: "Li Xezeyê derbasbûna alîkariyên mirovî bilez bû. TIRên me yên alîkariya mirovî jî gihîştin Xezeyê. Niha îmtihaneke pir mezintir li benda alema Îslamê û mirovahiyê ye. Ewil divê ew yek bê pêkanîn ku Îsraîl xwe bide ber îmzeya ku avêt. Divê beriya zivistanê gav bên avêtin. Xwişk û birayên me yên Xezeyî divê ji stargehên demkî bên xelaskirin. Wek Tirkiye li vir jî çi ji destê me tê, em ê bikin."
Erdogan Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî rexne kir û der barê wî da wiha got: "Li civînên navneteweyî welatê xwe yê ku mafê mezlûmên Xezeyî parastiye û li tevahiya dinyayê bûye deng û nefesa Xezeyê xirab nîşan dide û ji vê yekê şerm nake."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.