Polîtîka

Serokomar Erdogan: Tirkiye li cem hemû rêwiyên hêviyê yên Fîloya Sumûdê ye

Orhan Onur Gemici  | 02.10.2025 - Rojanekırın : 02.10.2025
Serokomar Erdogan: Tirkiye li cem hemû rêwiyên hêviyê yên Fîloya Sumûdê ye

Ankara

Serokomar Erdogan: "Tirkiye li cem hemû rêwiyên hêviyê yên Fîloya Sumûdê ye"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî da wiha got, "Tirkiye li cem hemû rêwiyên hêviyê yên Fîloya Sumûdê ye ku bû tercumanê wijdana hevpar a mirovahiyê."

Erdogan li Navenda Kongreyê ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajêran ya Berfirehkirî ya partiya xwe da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî û wiha peyivî, "Ez neletê li êrîşa dijî Fîloya Sumûdê tînim ku ji bo balê bikişîne ser zarokên li Xezeyê ji birçînan dimirin û alîkariya însanî ji bo mezlûman dibir. Hat dîtin ku pêkanîna aştiyê li aliyekê, tehemula hikûmeta Netanyahuyê jenosîdvan ji şînbûna îhtimaleke bi vî rengî ra jî tuneye. Fîloya Sumûdê ya Kurewî kir ku wehşeta li Xezeyê û rûyê qetlîamkar ê Îsraîlê careke din li hemû dinyayê bê dîtin. Tirkiye li cem hemû rêwiyên hêviyê yên Fîloya Sumûdê ye ku bû tercumanê wijdana hevpar a mirovahiyê."

Erdogan destnîşan kir ku êrîşa li ser avên navneteweyî dijî sivîlan hat kirin piştrast dike ku rêvebiriya Îsraîlê ji bo sûcên xwe yên li Xezeyê veşêre dîn bûye û wiha axivî, "Em ê xwişk û birayên xwe yên Filistînî bêxwedî nehêlin, ji bo ku agirbest pêk were û sulh û sukûn çêbibe em ê bi hemû hêza xwe va xebatê bidomînin."

Serokomar Erdogan ji ber ku di êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê da hin welatiyên Tirkiyeyê hatine girtin got ku "Yekeyên me yên rayedar geşedanan dişopînin, ji bo ku zirar negihêje welatiyên me tevdîran hildidin."

Erdogan di axaftina xwe da got, "Deriyê me ji wan kesan ra vekirî ye ku naxwazin xwe radestî zextên heramiyên şaredarî kirine çewliga bavê xwe, bikin. Em ê berfirehkirina sefên xwe bidomînin."

Serokomar Erdogan ji ber ku CHP beşdarî vekirina sala nû ya qanûndanînê ya Meclisê nebû got ku bêsiyanetiya herî mezin dijî îradeya neteweyî û Meclisê kirine ku daîm behs dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın