Serokomar Erdogan, Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer bi merasimeke fermî pêşwazî kir
Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Îngiltereyê Keir Starmer ku hat ziyareta Tikriyeyê bi merasimeke fermî pêşwazî kir.
Siwariyan li pêş Kuliyeya Serokomariyê pêşwaziya wesayita meqem ya Starmer kir û heta ber deriyê protokolê pê ra çûn.
Serokomar Erdogan li ber deriyê Kuliyeyê pêşwazî li Starmer kir. Piştî ku Serokomar Erdogan û Starmer derbasî qada merasimê bûn srûda neteweyî ya herdu welatan lêda.
Serokomar Erdogan û Starmer piştî merasimê ji bo hevdîtinên dualî derbasî qada xwarinê bûn, heyet piştî xwarinê wê beşdarî merasima îmzeyê bibin û wê civîna çapemeniyê ya hevpar bê lidarxistin.
Di merasimê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Hakki Susmaz, Balyozê Londrayê yê Tirkiyeyê Osman Koray Ertaş, Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Burhanettîn Duran, Serşêwirmendê Serokomar ê Polîtîkaya Derva û Ewlehiyê Akîf Çagatay Kiliç cî girtin.

