Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Sedsala duyem ya Komara xwe, em heta bikin Sedsala Tirkiyeyê emê bêyî navber xebatên xwe bidomînin"

Özcan Yıldırım  | 03.11.2025 - Rojanekırın : 04.11.2025
Serokomar Erdogan: "Sedsala duyem ya Komara xwe, em heta bikin Sedsala Tirkiyeyê emê bêyî navber xebatên xwe bidomînin"

Ankara

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got: "(Ozgur Ozel) Wextê ku ew ji bo hikûmet û welatê xwe gilî bike li ber deriyên Ewropayê disekinî, em bi gavên stratejîk ve hewl didin Tirkiyeyê bikin navenda cazîbeyê."

Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya li Kuliyeya Serokomariyê bangî milet kir.

Serokomar Erdogan daxuyand, "Emê projeyên xwe yên neteweyî û xwemalî bi lez bikin rewacê, bi mitefîkên xwe yên Ewropayî ra li ser bingeha qezenckirinê hevkariya parastinê xurttir bikin.

Emê firokeya şer ya neteweyî KAANê, di dîroka diyarkirî da tevlî envantera Hêzên xwe yên Esmanî bikin înşellah. HURJET çawa ku di qada xwe da derket pêş, wextê ku pêvajo temam bû, KAAN jî bi heman awayî di kategoriya xwe de wê wisa derbikeve pêş."

Serokomar Erdogan got ku, "Digel milet û hevkarê xwe yê îttîfakê heta em sedsala duyem ya Komara xwe bikin Sedsala Tirkiyeyê emê bêyî sekin xebatên xwe bidomînin.

Di 40 salên dawîn da me êş û derdên mezin dîtin, me bedêlên giran dan. Em ne li welatê xwe ne jî li ser axa welatên cîran naxwazin tu cureyekî terorê bibînin."

-Li Rojhilat û Başûrê Rojhilat wê turîzm geş bibe

Serokomar Erdogan got ku piştî ku teror bi awayekî mayinde ji holê rabe, Rojhilat û Başûrê Rojhilat wê veguhere, bajarên me yên herêmê di qada turîzmê de wê geş bibin û wiha pê da çû:

" Bi teror, tundî, çek û rojeva cudaxwaz va meriv nikare gavek biavêje, xêra vê ji tu kesî ra tune ye. Bêyî dubendiyê, em ê ji hevdu bawer bin, em ê hevparên xwe mezin bikin, em ê bi empatî nêzî hevdu bibin, em ê ber bi pêşerojên xweş ve gel hevdu bimeşin."

Serokomar Erdogan di behsa şewata li Grand Kartal Otelêya li Kartalkayayê da got, "Biryarên dadgehê kêm be jî dilê însanan pê rihet kir. Em ê ji vir û pêda jî şopînerên pêvajoyê bin."





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın