08 Gulan 2016•Rojanekirin: 08 Gulan 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber roja dayikan peyamek weşand û roja hemû dayikan pîroz kir.
Erdogan di peyama xwe de anî ziman ku dayik sembola sebr, fedakarî, şefqet, hezkirin û merhemetê ne û wiha got: "Aramiya civakê, ewlehî û bextewarbûna wê beriya her tiştî li ser bingeheke saxlem a malbatan bilind dibe. Heke dê û bav wezîfeya xwe baş bikin, hezkirin û merhemetê ji zarokên xwe kêm nekin malbat bêqusir dibe."
Erdogan di peyama xwe de wiha got:
"Li gor baweriya me bihûşt di bin lingê dayikan de ye. Ji bo ku welatê me û gelê me bigîhîje dahatûyeke aram û bextewar divê em dilê dayikên xwe nehêlin. Divê wek hesasiyata dayikekî em tevbigerin û em ji cîranên xwe re, dost û mirovên xwe re nebêjin "of" jî. Wek kesekî ku di her kêliyeke jiyana xwe de bêriya dayika xwe dike, hemî dayikên li welatê xwe jî wek dayika xwe dibînim."
Serokomar Erdogan got ku diayê dayikan hêzê dide mirov û peyama xwe wiha qedand:
"Bila dayikên me ji bo welatê me, gelê me û zarokên xwe diayên xwe kêm nekin. Bi van hestan ve ez roja dayikan li hemû dayikan pîroz dikim. Rehma Xwedê li dayikên ku çûne axiretê be û ez wan bi rehmet bibîr tînim."