Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Pêşaniya me ya ewil ew e ku em welatê xwe ji vê çala agir dûr bixin"

- Serokomar Erdogan got ku "Pêşaniya me ya ewil ew e ku em welatê xwe ji vê çala agir dûr bixin."

Ekip  | 13.03.2026 - Rojanekırın : 13.03.2026
Serokomar Erdogan: "Pêşaniya me ya ewil ew e ku em welatê xwe ji vê çala agir dûr bixin"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Pêşaniya me ya ewil ew e ku em welatê xwe ji vê çala agir dûr bixin."

Serokomar Erdogan di Bernameya Fitarê ya Îradeya Neteweyî ya 10emîn da axivî.

Serokomar Erdogan got ku Hemû behrên dinyayekî ku zarokên keçîn ên hê 6 salî ne bi derba 335 guleyan tên kuştin şîn be çi dibe şîn nebe çi dibe û wiha axivî:

"Hin welatan hember zilm û komkujiyê xwe li nedîtinê danîn, hin welatan piştgirî dan komkujerên wekî Îsraîlê. Li dinyayekî wiha ya ku ji wijdanê dûr ketiye wek Tirkiye em hemû bi hev ra têkoşînê didin ku bibin wijdana mirovahiyê.

Serokomar Erdogan got "Heta ev can di vê bedenê da be em ê li ba mezlûman bin, raziyê zilmê nebin, hember pêkûtiyan netirsin û bêdeng nemînin" û ev gotin:

"Heta ku em têra dilê xwe hev bigirin û bi hev ra bin dikarin destên namehremên dirêjî îstiqlal û îstiqbala me dibin bişkînin. Em wek hikûmet dijî tertîp, dafik û tehrîkên hewl didin ku welatê me bikşînin nav şer gelekî bi baldarî tevdigerin. "

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di vê pêvajoyê da wekî şeva din dê dijî her cure tehdîdên ku sehaya me ya asîmanî îxlal dikin fealiyetên pêşîlêgir ên hewce jî dikin û got ku "Pêşaniya me ya ewil ew e ku em welatê xwe ji vê çala agir dûr bixin."

Serokomar Erdogan got "Ez ji we jî dixwazim ku hember fîtkirinên mezheb û nijadê yên ku bi êrîşên dijî Îranê ra di heman demê da tên mezinkiin gelekî baldar bin. Em dikevin heyameke nû ya ku divê em tempoya xwe zêde bikin, hê bêtir çalak bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.