Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Polîtîkayên Îsraîlê aramî û îstiqrara herêma me tehdîd dikin"

Zeynep Rakipoğlu  | 04.07.2025 - Rojanekırın : 05.07.2025
Serokomar Erdogan: "Polîtîkayên Îsraîlê aramî û îstiqrara herêma me tehdîd dikin"

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Polîtîkayên êrîşber ên Îsraîlê ku di bin rêveberiya heyî da xurt bûne, aramî û îstiqrara herêma me tehdîd dikin."

Serokomar Erdogan li Azerbaycanê di "17emîn Lûtkeya Teşkîlata Hevkariya Aborî" da axivî

Erdogan got, "Bi Plana Çalakiya Berhemdariya Enerjiyê ya Neteweyî ya ku salên 2024-2030î di xwe da digire va, em pêşbîniya bi qasî 100 milyon ton kêmkirina emîsyona hevnirx a karbondîoksîtê dikin. Projeya Sifirbermayî hêzeke zêdebar dide têkoşîna me ya dijî guherîna avûhewayê. Ji destpêkê heya niha bi qasî 6 milyon tonî rê li ber emîsyona xaza serayê hatiye girtin."

- "Em ne dikarin terka doza Filistînê bikin, ne jî dikarin ji Netanyahû ra bêdeng bimînin"

Serokomar Erdogan bal kişand ser rewşa Xeta Xezeyê ya ku êrîşên Îsraîlê lê didomin û got, "Em ne dikarin terka doza Filistînê bikin, ne jî dikarin ji rêveberiya Netanyahû ra bêdeng bimînin ku herêma biguhêze bo gola xwînê. Polîtîkayên êrîşber ên Îsraîlê ku di bin rêveberiya heyî da xurt bûne, aramî û îstiqrara herêma me tehdîd dikin."

Serokomar Erdogan bal kişand ser Efxanistanê û got, "Li Efxanistanê divê em piştgiriyê bidin hizûr û pêşketina gelê Efxan."

Erdogan ji bo Tirkên Qibrisê wiha got, "Ez hêvî dikim hûn têkiliyên xwe yên bi Tirkên Qibrisê ra, ji werzişê heta çandê, ji aboriyê heta geştiyariyê, di gelek qadên cur bi cur da pêş bixînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.