Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Piştevaniya Togoyê ya di warê têkoşan ame ya dijî FETOyê de cihê spasiyê ye"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Emê him weke Tirkiyeyê û him jî weke Konseya Tirkî di serdema pêşiya me de bexşîna aşiyê bi Togo Burkîna Faso û Lîberyayê bikin."

Enes Kaplan, Ferdi Türkten  | 19.10.2021 - Rojanekırın : 20.10.2021
Serokomar Erdogan: "Piştevaniya Togoyê ya di warê têkoşan ame ya dijî FETOyê de cihê spasiyê ye"

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Emê him weke Tirkiyeyê û him jî weke Konseya Tirkî di serdema pêşiya me de bexşîna aşiyê bi Togo Burkîna Faso û Lîberyayê bikin."

Serokomar Erdogan digel Serokomarê Togoyê Faure Essozimna Gnassingbe li Qesra Serokomariyê piştî hevdîtina dualî, civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist.

Erdogan destnîşan kir ku di mijara têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de dê palpiştiyaTirkiyeyê bidome û got, "Emê him weke Tirkiyeyê û him jî weke Konseya Tirkî di serdema pêşiya me de bexşîna aşiyê bi Togo Burkîna Faso û Lîberyayê bikin."

Serokomar Erdogan bal kişand ser têkoşîna dijî FETOya rêxistina teroê û got, "Piştevaniya Togoyê ya di warê têkoşana me ya dijî FETOyê de cihê spasiyê ye. Em dixwazin welatên dost ji FETOya bela bên paqijkirin, înşelle emê bi serkevin."

Erdogan wha pê de çû:

"Ji bo ku teror xwe venedize nava herêmê em dikarin di warê ewlekariya eskerî de gavên hevkariyê biavêjin. Emê di vê mijarê de jî bi berdewamî piştevanê Togoyê bin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın