Serokomar Erdogan: "Pergala me ya tenduristiyê îro ewqas hêzdar e ku di rabirdûyê da tu carî ev qas hêzdar nebû"
Serokomar Erdogan got ku "Em hemû derfetên xwe seferber dikin û hewl didin ku li ba camîeya xwe ya tenduristiyê bin. Pergala me ya tenduristiyê îro ewqas hêzdar e ku di rabirdûyê da tu carî ev qas hêzdar nebû."
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em hemû derfetên xwe seferber dikin û hewl didin ku li ba camîeya xwe ya tenduristiyê bin. Pergala me ya tenduristiyê îro ewqas hêzdar e ku di rabirdûyê da tu carî ev qas hêzdar nebû."
Serokomar Erdogan beşdarî bernameya fitarê ya ku ji ber Cejna Tibê ya 14ê Adarê li Kampisa Beyazitê ya Zanîngeha Stenbolê hat lidarxistin bû û di bernameyê da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bi hemû derfetên xwe seferber dikin û hewl didin ku li ba camîeya xwe ya tenduristiyê bin û got ku Pergala me ya tenduristiyê îro ewqas hêzdar e ku di rabirdûyê da tu carî ev qas hêzdar nebû. Em jî kesên ku keda we, fedakariyên xebatkarên me yên tenduristiyê tune dihesibînin tune dihesibînin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku di sala 2002yan da 397 hezar xebatkarên me yên tenduristiyê hebûn, ev jimar biqasî 4 qatî zêde bû û derket milyonekî û axaftina xwe wiha domand:
"Me di 23 salên dawîn da ji sedî 80yê nexweşxaneyên xwe yên heyî nû kirin yan jî me ew ji nû va ava kirin. Me 27 nexweşxaneyên bajêr ên ku bi tevahî 39 hezar û 367 nivînên wan hene xistin xizmetê. Çêkirina 11 nexweşxaneyên bajêr ên ku 14 hezar û 153 nivînên wan hene dewam dike."
Serokomar Erdogan got ku "Şebekeyeke ku xwîn ketiye çavê wê wekî li Xezeyê li Îran û Libnanê jî li dibistan û nexweşxaneyan dixe. Em wek hikûmet li dinyayê aştî û aramiyê diparêzin û li welatê xwe jî nahêlin ku tu çalakiyên şeht li vê yekê bixin biqewimin. Di serê wan welatan da Tirkiye tê ku hember vê rewşa dînûhariyê mirovan diparêze, eqlêselimê diparize, bi diyalog û dîplomasiyê ji qeyranan ra çareseriyê digere."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
