Serokomar Erdogan: Parastina hunerên Îslamî pir giring e
"Di dîroka me ya kevnar da, bi taybetî jî mîrata me ya çandî ya ku ji wir hatiye parzûnkirin, bi tenê keda nifşên nû dewlemend dibe, şax dide, dijî û dewam dike"
Istanbul
Serokomar Recep Tayyip Erdogan wiha got, "Di dîroka me ya kevnar da, bi taybetî jî mîrata me ya çandî ya ku ji wir hatiye parzûnkirin, bi tenê keda nifşên nû dewlemend dibe, şax dide, dijî û dewam dike."
Serokomar Erdogan piştî Pêşangeha Berhemên Îslamî yên Xaneyan ku duh li Navenda Çand û Hunerê ya Topxaneya Amîreyê vebû, bi hunermend û beşdaran ra hat cem hev.
Piştî tîlaweta Qur'ana Kerîm, Erdogan ji sûreya Tahayê hin ayet xwendin. Erdogan berî bersivandina pirsan, xîtabî beşdaran kir.
Erdogan serê ewil silav da beşdaran û kêfxweşiya xwe anî ziman ku di wî mekanê dîrokî da bi wan ra hat cem hev.
Erdogan ji bo Pêşangeha Berhemên Îslamî yên Xaneyan hêviyên xwe yên xêrê anî ziman û spasiya Albayrak Grûbê kir.
Erdogan bal kişand ku wî yek bi yek li berheman nihêrî û bala xwe dayê û wiha dewam kir:
"Di dîroka me ya kevnar da, bi taybetî jî mîrata me ya çandî ya ku ji wir hatiye parzûnkirin, bi tenê keda nifşên nû dewlemend dibe, şax dide, dijî û dewam dike. Parastina van huneran, bi taybetî di van rojên ku teknolojî û çanda dîjîtal hunerên me yên kevneşopî tehdît dikin da pir û pir girîng e. Ev, ew teşeyên şiûra estetîka bilind a Misilmanan e ku şênber bûne, ketine dirûvê berheman, hatine xuyan û wucûdê."
Serokomar Erdogan der heqê zêdebûna nifûsê da jî wiha got, "Niha geşedan ne baş in. Dema em bi kesên herî nêzîkî xwe ra sohbetê dikin ew jî li dijî zêdebûna nifûsê derdikevin. Ev jî me pir xemgîn dike."

