Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Me pêvajoya çêkirina keştiya xwe ya balafirhilgir ya 300 mêtro dirêj daye destpêkirin"

İzzet Taşkıran  | 20.12.2025 - Rojanekırın : 20.12.2025
Serokomar Erdogan: "Me pêvajoya çêkirina keştiya xwe ya balafirhilgir ya 300 mêtro dirêj daye destpêkirin"

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Me pêvajoya çêkirina keştiya xwe ya balafirhilgir ya 300 mêtro dirêj dest pê kir û wê ji TCG Anadoluyê mezintir be."

Erdogan li Fermandariya Tersaneya Stenbolê di "Merasima Destpêkirina Kar, Bilindkirina Alê û Birîna Pola ya Yekem ya Platformên Deryayî" da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da diyar kir di her projeya pîşesaziya parastinê da armanca wan tenê pêşxistina berheman nîne, armanca wan berfirehkirina ekosîstemê û kapasîteya hilberîna teknolojiyê ye.

Erdogan destnîşan kir heger meriv li asîman û deryayê bibandor nebe, meriv li ser erdê jî nikare rêgir be û wiha axivî, "Şikir ji Xwedê ra em di hemû waran da hebûneke pir xurt nîşan didin."

Serokomar Erdogan diyar kir niha li cîhanê 11emîn welatê herî mezin yê îxrackarê parastinê ne û wiha got, "Di 11 mehên dawî da îxracata me ya parastin û fezayî li gorî heman serdema par ji sedî 30 zêde bûye û gihîştiye 7 milyar û 445 milyon dolarî."

Erdogan diyar kir Tirkiye yek ji 10 welatên cîhanê ye ku keştiyên xwe yên şer çêkirine û şandiye behrê û got ku me pêvajoya çêkirina keştiya xwe ya balafirhilgir ya 300 mêtro dirêj dest pê kir û wê ji TCG Anadoluyê mezintir be.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ji kerema xwe guh nedin telalên qiyametê yên ku reşbîniyê li çep û rastê direşînin û wiha pê da çû, "Em ê bêtir xeberên baş bidin. Em ê projeyan yek bi yek bi cih bînin ku wê berxwedana me ya li ser erdê, deryayê û asîman û bêguman di qada sîberê da zêde bike."Ji bîr mekin her tiştê ku me heta niha bi dest xistiye, me bêyî wan kiriye. Em welatekî wisa ne ku destûrê nadin ku maf û qanûnên wê werin binpêkirin û em ê qet destûrê jî nedin. Ev hemû veberhênanên ku em dikin ne ji bo amadekariya şer in, lê ji bo parastina aştî, serxwebûn û pêşerojê ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın