Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Me nehişt Xeze bê jibîrkirin û emê nehêlin jî"

Ekip  | 26.06.2025 - Rojanekırın : 26.06.2025
Serokomar Erdogan: "Me nehişt Xeze bê jibîrkirin û emê nehêlin jî"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser Xeta Xezeyê û got, "Di van demên ku bal bo hinek qadên din tên kişandin da jî, me nehişt Xeze bê jibîrkirin û emê nehêlin jî."

Serokomar Erdogan dema vegera ji Laheya bajarê Hollandayê ku bi mebesta beşdariya Lûtkeya Serokdewlet û Serokhikûmetên endamên NATOyê lê bû, daxûyanî dan.

Erdogan bibîr xist ku di pêvajoya lûtkeyê da bi gelek serokan ra hevdîtin kiriye ku yek ji wan Serokê DYAyê Donald Trump bû û got, "Me bi Trumpê dostê min ra hevdîtineke xêr û bêr kir, ji têkiliyên me ên dualî bigire heta şirîkatiya me ya NATOyê, mijarên herêmî û kurewî em li ser gelek sernavan sekinîn. Me helwesta xwe ya tê da çareserî hene, ji Birêz Trump ra got, di vê mijarê da em li benda piştgiriya wî ne.Trump helwesteke erênî nîşanî pêşniyazên me da. Min behsa hewlên wî yên ji bo agirbesta Îsraîl-Îranê kir û diyar kir ji bo bidawîkirina pevçûnên li Xeze û Rûsya-Ukraynayê jî heman hewl tê hêvîkirin."

Serokomar Erdogan li ser mijarên herêmî got, "Sûriye di serî da, me hesasiyetên xwe yên li ser mijarên herêmî û der barê Hêzên Sûriyeya Demokratîk da bi awayekî zelal di her astê da ji Amerîkayê ra ragihand"

Serokomar Erdogan bal kişand ser pergala parastina asîmanî û got, "Me welatê xwe heya xalekê anî, lê em nabêjin bes e. Divê em şiyana xwe ya mûşekan zêde bikin. Me dev ji F-35an jî bernedaye. Em niyeta xwe ya ji bo vegera projeyê bi mixatabên xwe ra guftûgo dikin."

Erdogan derbarê wê yekê ku tê gotin dê Îran Kendava Hurmuzê bigire got, "Girtina Kendava Hurmuzê ewê bibe sedema girjiyan. Em di wê baweriyê da ne ku dê Îran gaveke wisa neavêje. Em qet îhtimalê nadin ku rewşeke wekî qutkirina xaza me ya siruştî pêk bê. Niha xaza me ya siruştî ji Îranê tê. Tu pirsgirêk me tune."

Serokomar Erdogan bal kişand ser gotinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û got, "Di van demên ku bal bo hinek qadên din tên kişandin da jî, me nehişt Xeze bê jibîrkirin û emê nehêlin jî. Wî bi xwe got ku ewê di mijara Xezeyê da bi Îsraîlê ra biaxive. Me jî got heke tu gaveke wisa biavêjî emê spasdar bin."

Erdogan li ser mijara Rûsya-Ukraynayê jî wiha daxuyand, "Divê ev şer bi dawî bibe. Êdî herêm nikare ji binê van rabe. Divê aştiya adil û mayînde li herêmê were înşakirin."

Serokomar Erdogan bal kişand ser pêvajoya Tirkiyeya Bêteror û wiha dewam kir, "Li Meclisê yekîtiyeke têgihiştinê çêbû; piştevaniya bo pêvajoyê di asta jorîn da ye. Pêdivê mijar bo qada polemîkê ya siyaseta rojane neyê kişandin. Tirkiye ji bo ku êdî eniya xwe ya navxweyî saxlemtir bike, zêdetir pêş ketiye. Pêvajo kuta nebûye, şert e ku meriv li hemberî provokasyonan baldar be. Li Meclisê him em, him jî partiyên din dikarin fikrên xwe bêjin. Weke Îtifaqa Cumhurê em di warê Destûreke sivîl û azadîxwaz da dilsoz in. Heke nesîb bibe, hefteya bê hevdîtineke min bi heyeta DEMê ra wê çêbibe. Em ê li ser mijara 'Tirkiyeya Bêteror' hin babetan biaxivin."

Edogan ji bo Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) jî got, "Di operasyonên dawîn da jî em dibînin ku rêxistin hê jî hewl dide xwe vedize nav hinek saziyan. Di vê mijarê da em sist nebûn û emê nebin jî."

Serokomar Erdogan rexne li CHPyê girt û wiha pê da çû:

"13 salan li ber şexsekî bişkoka xwe pev xistin, lê niha çi anîn serî. Ne pêkan e ku meriv li ber van kirinan veneciniqe û şerm neke. Li Bîzansê lîstik, li CHPê şer naqede. Ketine rewşeke wisa ku li ser pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê êdî tiştekî ku bibêjin nemaye û partiya mezin ji 'nêçîrvanên azweriyên' xwe ra hîştine."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.