Polîtîka

Serokomar Erdogan: Me di tenduristiyê da jî çîrokeke mezin a serkeftinê nivîsî

Muhammed Nuri Erdoğan  | 21.03.2026 - Rojanekırın : 21.03.2026
Serokomar Erdogan: Me di tenduristiyê da jî çîrokeke mezin a serkeftinê nivîsî

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Rîzeyê di çarçoweya ziyareta xwe da li navçeya Guneysuyê beşdarî merasima vekirinê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Tenzîle Erdoganê bû û tê da axivî.

Serokomar Erdogan li ser xizmeta ku wan ji bo tenduristiyê kir, sekinî û wiha axivî:

"Demekê xizmetên tenduristiyê wekî qada herî lawaz a welatê me dihat dîtin, lê me ev qad li dinyayê derxist asta ku mînak jê tê hildan. Çawa ku em di demokrasiyê da derbasî qirneke din bûn û me Tirkiye ji tarîtiya zexta hişmendiya derbekar rizgar kir, me di tenduristiyê da jî çîrokeke mezin a serkeftinê nivîsî. Em ê GOKBEYa firokeya xwe ya xwemalî û neteweyî wekî firokeya ambulans jî bi kar bînin. Em ê îsal 3 firokeyan li fîloya xwe ya tenduristiyê zêde bikin."

Erdogan bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û helwesta mixalefeta sereke û wiha axivî: "Derdora me bûye wekî çembera agir. Di rojeva me da ev heye ku em welatê xwe ji vî agirî dûr bixin, bi têkiliyên dîplomatîk şerên herêma xwe ra çareseriyê bibînin. Li derdora me moşek difirin, li derveyî sînoran şer dewam dike, li herêmê krîza herî mezin a salên dawî heye, lê xema mixalefeta sereke nîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın