Serokomar Erdogan: Me di hevdîtinên xwe yên dawî yên bi Birêz Trump ra di mijara F-35an da gavên baş avêtin
Ankara
Serokomar Erdogan: Me di hevdîtinên xwe yên dawî yên bi Birêz Trump ra di mijara F-35an da gavên baş avêtin
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Me di hevdîtinên xwe yên dawî yên bi Serokê Amerîkayê Birêz (Donald) Trump ra di mijara F-35an da gavên baş avêtin. Hêvî dikim ku sozên ku hatine dayîn werin bicîanîn."
Serokomar Erdogan di rêya vegerê ya Azerbeycanê ya ji bo ku beşdarî merasîma Roja Serkeftinê ya 8ê Mijdarê çûbû da, di balafirê da daxuyanî da rojnamevanan û pirs bersivandin.
Erdogan anî ziman ku ew wek Tirkiyeyê pêvajoya normalbûnê ya bi Ermenistanê ra dimeşînin û wiha axivî: "Piştî serkeftinê, bayê aştiyê tê û em wekî Tirkiye kêfxweş in. Em bi Azerbeycanê ra bi awayekî senkronîze pêvajoya normalbûnê ya bi Ermenistanê ra dimeşînin."
Serokomar Erdogan behsa alîkariyên Tirkiyeyê yên ji bo Xezeyê kir û wiha got: "Veguhastina melzemeyên ku ji bo Xezeyê acîl hewce dikin, ji bo me pir girîng e. Ev mijar ne tenê mjiara alîkariyê ye, di heman demê da mijara mirovahiyê ye jî. Amadekariyên me yên şandina konteynerên li herêma erdhejê ya ji bo Xezeyê dewam dikin. Em ê bi van konteyneran va li herêmê derfeteke baş pêk bînin."
Erdogan der barê mijara balafirên F-35an da wiha got: "Me di hevdîtinên xwe yên dawî yên bi Serokê Amerîkayê Birêz (Donald) Trump ra di mijara F-35an da gavên baş avêtin. Hêvî dikim ku sozên ku hatine dayîn werin bicîanîn."
Der barê rewşa li Sudanê diqewime da jî Erdogan wiha axivî: "Wekî Tirkiye em nikarin tiştên ku li vir diqewimin ji dûr va temaşe bikin. Ji bo ku li Sudanê aştî û ewlehî pêk bê, em ê hewlên xwe yên dîplomatîk bidomînin."
Serokomar Erdogan ji bo rageşiya di navbera Pakistan û Efxanistanê jî wiha got: "Vê hefteyê Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, wê wekî sê kes serdana Pakistanê bikin."
Erdogan anî ziman ku ew ê bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ra biaxive û wiha dewam kir: "Ez ê vê hefteyê bi Birêz Bahçelî ra têkilî daynim. Yan ez ê serdana wî bikim, yan jî ez ê wî vexwînim. Di navbera me da tu pirsgirêk tune."
Ji bo rêjeya nifûsa Tirkiyeyê jî Serokomar Erdogan wiha got: "Mixabin di rêjeya mezinbûna nifûsê da em di asta 1,7an da ne. Ev xwekuştin e, divê em vê yekê çareser bikin. Nayê qebûlkirin ku rêjeya mezinbûna nifûsê ya Tirkiyeyê gihîştiye vê astê. Di Sala Malbatê da ji bo me tiştê herî girîng ew e ku em fonksiyona malbatê li Tirkiyeyê biparêzin. Ji ber vê, em tu carî derfetê nadin rêşaşiyên mîna LGBTyê."
Serokomar Erdogan Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel rexne kir û wiha axivî:"Gotin û sûcdarkirinên Serokê Giştî yê CHPyê di rastiyê da rewşa wan bi xwe terîf dike. Ew berdewamiya adeta wan e ku dixwazin ji krîzê îstifa bikin, ji aloziyê hêvî bikin û di rojevê da bimînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
